Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (12)
- 09:09 12 Mijdar 2024
- Dosya
Desthilatdariyê Başûrê Kurdistanê kir goristana jinan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nav 30 salan de ji ber helwesta malbata Barzanî, hikûmet û PDK'ê, başûrê Kurdistanê bûye goristana jinan. Tundî, destdirêjî û qetilkirina jinan didome. Kiryar jî ji hêla desthilatdariyê ve tên parastin.
Êrişên Dewleta Tirk, nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên kurd û Bexda û Hewlêrê de pêk tên bandoreke mezin li ser jiyana jin û zarokan dike. Her wiha polîtîkayên ku li herêmê tên meşandin jî roj bi roj destkeftiyên jinên kurd û kurdan dixe bin xetereye. Zagonên heyî jinan naparêz e û jinên başûrî ji mafê heyî jî nikarin sudê bigirin.
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, me xwest bi çend mînakan rewşa jinên başûrê Kurdistanê bînin ziman. Di nav 30 salan de ji ber helwesta malbata Barzanî, hikûmet û PDK'ê, başûrê Kurdistanê bûye goristana jinan. Tundî, destdirêjî û qetilkirina jinan didome. Kiryar, êrişkar û kujer jî ji hêla desthilatdariyê ve tên parastin.
Di nav 4 mehan de 14 hezar gilî hatin girin
Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International), rojên borî derbarê rewşa jinên Iraqî û Başûrî de raporek aşkera kir. Rapor li ser jinên ku ji tundiyê rizgar bûne hatibû amadekirin. Li gorî raporê jinên ji tundiya malbatê rizgarbûne, di rewşek tirsnak de dijîn, herwiha jinên ku gilî dikin jî, piştî giliyê xwe ji aliyekê ve bi gefa tolhildanê re rûbirû dimînin. Di dewama raporê de wiha hatibû gotin: “Li gorî daneyên Wezareta Karê Hindir ya Iraqê, nêzî 14 hezar gilî di çar mehên ewil yên îsal de, li Herêma Kurdistan û Iraqê hatine tomarkirin. Piraniya van giliyan jî ji aliyê jinan ve hatine kirin, ji vê jî tenê nêzî 100 dosyayan hatine cezakirin. Li beramberî vê jî nêzî 3 hezar kes ku sûcdar bûn, bi kefalet hatine berdan. Her wiha nêzî 4 hezar û 500 dosya jî, bi rêya lihevhatina eşîrtiyê hatine çareserkirin.”
Ligel vê rapora ku hatî eşkerekirin, em ê çend mînakên girîng a ku rewşê zelaltir radixe ber çavan a 30 salan bînin ziman.
Sarya hat qetilkirin
Di sala 1980’an de kurê Mistefa Barzanî Nîhad Barzanî destdirêjî li Sarya Mirza Reşo kir piştre jî bi fermana wî hat qetilkirin. Ev agahî ji hêla kesekî nêzî malbatê ve hat piştrastkirin.
Mînaya 12 salî û ducanî hat şewitandin
Mînaya 12 salî keça qurbaniyên Enfalê ye û di sala 1991’ê de malbata wê koçî herêma Masîf a li nêzî avahiya pêşwaziya PDK’ê, Dar El-Zeyafa, kir. Du xwişk û du birayên Mînayê hebûn. Ew bi diya xwe re nezî malbata Barzanî dijiya. Ji ber destdirêjiya Nîhad Barzanî ducanî dimîne. Bi kuştinê malbatê tehdît dike. Dayika wê ji ber tehdîtê Mînayê ji bo serşûştinê dixe serşokê û benzînê bi ser wê de dirijîne, agir pê dike û derî li ser wê digire. Mîna ya 12 salî û zaroka wê ya ku nehatibû dinê di hemamê de şewitîn. Xwişka wê wiha gotibû “Deriyê hemamê yê me hesin bû, di germahiya agir de xwe ewqas xistibû ku çerm û goştê wê li ber derî mabûn.”
Piştî destdirêjiyê hat qetilkirin
Di sala 1991'an de Sakîne Îzzet Şêxo, li gundê Guherzê ê girêdayî Amêdiyê ji aliyê hêzên taybet ên PDK’ê ve destdirêjî lê hate kirin û hate qetilkirin.
Qetilkirina bijîşk Nazdar Bamarnî
Bijîşk Nazdar Bamarnî jî di 18’ê Kanûna 1991’an de li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat qetilkirin.
Bi îxanetê hatin qetilkirin
Di sala 1991’an de dema ku Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hê nû dihat avakirin, 23 kesên ji rêveberiya partiyê bi xiyaneta Serfermandarê Hêza Parastina Kurdistanê fermandar Azîz Veysî û ekîba wî radestî Dewleta Tirk hat kirin. 23 kesên PAK’î ku gelek ji wan jin bûn, ji aliyê MÎT’ê ve hatin qetilkirin.
Bi planî hat qetilkirin
Xwendeka Zanîngeha Mûsilê Beyan Zeynelabidin a 22 salî, di 20 Sibata 1992’yan de ji aliyê ekîba Berpirsê Desyeta Rêveberiyê a Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî, Seîd Bamernê û Salim Koremarkî ve tê revandin û destdirêjî lê tê kirin. Cenazeyê Beyan çend rojan piştî bûyera revandinê li kolanên Duhokê hate dîtin. Ekîba Mîranî piştî qetilkirina Beyan zextên xwe yên li ser malbatê domandin û piştre jî bavê Beyan li Amêdiyê hate binçavkirin û girtin. Bavê Beyanê Zeynal mamoste û rewşenbîr bû û li herêma Dihok û Amediyê dihat naskirin û her wiha weke dijberê polîtîkayên PDK’ê dihat nasîn. Malbata Beyan tevlîbûna PDK’ê hertim red dikir.
Di çalakiyê de hatin qetilkirin
Di 26’ê Tebaxa 1992’yan de li Hewlêrê bi sedan kes li dijî bombekirin û komkujiya li Şirnexê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Di xwepêşandanan de Seroka Civaka Jinan a Başûrê Kurdistanê mamoste Ayşan Mihemed Elî bi nasnav Necbîr Koçer û zaroka 7 salî ya bi navê Kurdistan hatin qetilkirin.
Kuştina Nesrîna 16 salî
Kurê Şêwirmendê Leşkerî ê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zebarî, Berjeng Zebarî destdirêjî li Nesrîn Heso Zêbarî ya 16 salî kir. Nesrîn ducanî ma. Piştî ku rewş derket holê, gule li xwişk û birayên wê hat barîn. Dû re senaryoyekê afirandin û diyar kirin ku birayê wê Dilêr destdirêjî li Nesrînê kiriye. Her wiha piştî bûyerê Babekir Zebarî ji bo bêdengkirinê pereyan dide malabata Nesrînê.
Qetilkirina her du xwişkan
Qadir Qaçax, Adil Botanî û Kamran Sindor, di 2’yê Kanûna 1994’an de destdirêjî li Nazik Akreyî ya 16 salî kirin û dû re Nazikê qetilkirin. Xwişka wê Solîn a 17 salî jî di sala 1995'an de winda bû û piştî 45 roj şûnde cenazeyê wê tazî hat dîtin. Ji ber ku malbata her du xwişkan nedixwestin ku bibin endamên PDK’ê, her du xwişk bi hovane hatin qetilkirin. Malbata Nazik û Solînê ku ji bajarê Akrê ne, ji ber zext û gefên PDK’ê neçar ma ku başûr Kurdistanê biterikînin. Bavê her du xwişkan felç dibe, dayika wan ji ser hişê xwe diçe û derûniya birayê wan jî têk diçe. Malbat yekcar belav dibe.
Zeynep hedef hat girtin
Zeyneb Erdem berpirsa Wargeha Penaberan a Atrûşê ya Duhokê bû. Di 13’yê Îlona 1995’an de ji aliyê peşmergehên PDK’ê ve hedef hat girtin û hat qetilkirin. Penaberên wargehê bûn şahidê qetilkirina Zeynebê.
Êriş birin ser gund
Di Hezîrana 1996’an de hêzeke mezin a çekdar a PDK’ê êrişî gundê Kalakin û malbata Hisên Axa Sûrçî kir. Di êrişê de Huseyîn Axa û çend endamên malbata wî hatin kuştin. Di vê navberê de jina ducanî ya bi navê Sork Ezîz û zaroka wê ya ku nehatibû dinê hatin qetilkirin.
Hêlîn a mesîhî kirin qurban
Hêlîn Elwan Sawa (keçeke mesîhî), zaroka malbateke kurd, şoreşger û welatparêz e. Di dema Enfalê de weke bi hezaran malbatên din ji başûrê Kurdistanê koçberî Bakurê Kurdistanê bûn û li kampa Mûşê bi cih bûn. Di sala 1991’an de piştî serhildana Gelê Kurd vegeriyan başûrê Kurdistanê û di rewşeke dijwar de li herêma Kanê ya li sînorê Amediyê bi cih bûn. Di 16 û 17 saliya xwe de Hêlîn di mala berpirsê payebilind ê PDK’ê yê wê demê Ezedîn Berwarî de dest bi kar dike. Nêzîkî du salan li mala Ezadîn Barwarî ma, li wir di encama destdirêjiyê de ducanî dibe û ew dibin Sûriyê. Li vir zarokê tîne dinê û carek din vedigere mala Ezadîn Berwarî. Di sala 1996’an de dîsa ducanî dibe lê vê carê biryara kuştina wê didin û dikujin.
Ji bo çêkirina senaryoyekê ji aliyê komîteyeke asayîşa PDK’ê ve, her du birayên Hêlînê, Mecîd û Şebî, zêdetirî 20 rojan tên girtin û îşkence li wan tê kirin ku bila kuştina xwişka xwe "Bi hinceta namûsê" bigirin stuyê xwe. Lê malbat û her du birayên wê xwe digihînin Mistefa Nêrweyî ku bila mijar mezin bibe û bigihîje Mesûd Barzanî. Mesûd biryara avakirina komîteyeke lêkolînê dide û rastiya bûyerê derdikeve holê. Di encama lêkolînê de derdikeve holê ku Hêlîn bi destdirêjiya Nêçîrvan Barzanî ve rûbirû maye. Li ser vê yekê Mesûd Barzanî berî ku rastî eşkere bibe bi xizmên Hêlînê mesîhî re dicive û bûyerê vedişere. Her wiha dû re jî rutbeya Îzzettîn Berwarî ya di nava PDK’ê de jî tê bilindkirin.
Li Akrê û Duhokê qetilkirina jinan
Tenê di sala 1996’an de li Akrê 14 û li Duhokê jî 17 jin ji aliyê ekîba ku serokatiya wê Qadir Qaçax dikir ve bi desdirêjiyê re rûbirû man û dû re hatin qetilkirin. Cenazeyên jinan yi geliyê herêma Duhokê hatin veşartin. Piraniya hevjînên wan jinan li Enfalê jiyana xwe ji dest dabûn û PDK’ê jî ew di statûya "malbatên şehîdan" pênase dikir. Malbata Fevziye Îslam Rêkaniyê jî ku yek ji wan malbatan e, derheqê kiryaran de serî li dadgehê da. Cenaze û delîlên têkildarî jinên ku hatin qetilkirin hê jî li derdora deverên weke, Gundê Badê, Bendava Duhokê, Gundê Kevaşê, Herêma Pişta Babloyê, Pişta Dola Besrê û Baniya Balozê tên dîtin.
Ji ber sûc neyên aşkerakirin hatin qetilkirin
Sewre Reqîb Esker Akreyî, li gel hevjînê xwe Ezîz Mihemed belgeyên gendelî û sûcan bi dest xistin. Di 20'ê Hezîrana 2006'ê PDK ji bo ku sûcên wan neyên eşkerekirin, li dijî xaniyê Sewrê operasyonek li dar xist û Serwrê û Ezîz qetil kir. Cînayet jî ji aliyê Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê ya PDK’ê Xesrew Goran û ekîba wî ve hate kirin.
Gotegot belavkirin
Çixzî Bêrsîyavî ya 14 salî, di mala pêşwaziyê ya Buroya Giştî ya PDK’ê de weke xizmetkar kar dikir. Piştî demekê, Nîhad Barzanî, birayê Mesûd Barzanî, li ser navê parastinê keça 14 salî bir mala xwe. Piştre derket holê ku destdirêjî li zarok hatiye kirin û di encamê de ducanî maye. Malbat ji bo tolê bigire çek digire berê xwe dide çiye. Malbata Barzanî bi hêzên taybet ên PDK’ê, asayîş û îstîxbaratê li Akrê li dora bavê wê dorpeç dike û qetil dike. Piştî kuştina wî, malbata Barzanî gotegot belav kirin ku bav destdirêjî li keça xwe kiriye û ji ber vê yekê Cexsî kuştine. Bûyer jî weke tundiya malbatê a navxweyî hate destnîşankirin.
Ji ber berjewendiyan bêdeng man
Fayîde Mizurî ya 17 salî, biraziya Huseyîn Mezûrî û parêzvanê şexsî yê Mesûd Barzanî ye. Fayîde ji aliyê Nîhad Barzanî ve hat revandin û destdirêjî lê hate kirin. Dû re ji bo bûyer dernekeve holê malbat hat tehdîtkirin û hat diyar kirin ku Fayîde dawî li jiyana xwe anîye. Huseyîn bi pereyekî zêde hate bêdengkirin û rutbeya wî ya di nava PDK’ê de jî hate bilindkirin.
Windakirina du zarokên êzidî
Di sala 2013’yan de du keçên êzîdî yên di temenê 14 û 15 salî de ji aliyê berpirsekî herêma Akrê ve hatin windakirin.
Bêceza hatin hiştin
Di 27’ê Tebaxa 2015’an de piştî zewaca bi salan û îşkenceyê, Hejyan Eyûb hewl da ku ji mala mêrê ku pêre zewiciye derkeve. Hejyan di heman rojê de reviya û malbata wê bi zorê ew paşde vegerandin û piştî saetek şûnde hat qetilkirin. Dû re senaryoyekê çêdikin ku ew xwe xeniqandiye. Lê belê di encama lêkolînan de delîl derketin holê ku ew bi dest hatiye xeniqandin. Xizm, hevjin, xwişk û xesûya wê hatin girtin, lê piştî du mehan şûnde hatin berdan. Kujer ji ber ku endamekî parastinê bû nehat cezakirin.
Parêzer Naz hat şewitandin
Naz Silêman Yakub a parêzer, di 3'yê Çîleya 2016’an de li Hewlêrê tê revandin. 2 rojan piştî bûyera revandinê cenazeyê Nazê li kolanên Hewlêrê bi awayekî şewitî tê dîtin. Naz weke parêzera jinên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine kuştin û li rastî destdirêjiyê hatine, dihat naskirin. Silêman beriya niha bi dehan caran hatibû tehdîtkirin û her wiha derket holê ku beriya were qetilkirin li ser telefonê herî dawiyê li gel Sîrwan Barzanî xeber daye.
Kiryar hatin berdan
Di 4’ê Adara 2019’an de P. Luqman ê 8 salî, bi hevkariya du jinan ji aliyê du mêran ve rastî tecawizê hat. Piştî ku ev nûçe belav bû û bû rojeva medya û torên civakî kiryar hatin girtin. Lê dadgeha Hewlêrê bi hinceta nebûna delîlan hemû kiryaran serbest berda.
Li ser TV behsa kuştina xwişka xwe kir
Di 2022’yan de rojek beriya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Mariya Samî ya 20 salî li kolaneke Hewlêrê mirî hat dîtin. Derket holê ku kujer birayê wê Anjam Samî ye. Rojek piştî kuştina wê kujer bi rêya kanala televizyonê K24, behsa kuştina xwişka xwe kir.
Hikûmetê rexne kir û hat kuştin
Mamoste Cîhan Taha nûnertiya mamosteyên Hewlêrê dikir û di destpêka meha mijdara 2023’yan de li Hewlêr û Silêmaniyê beşdarî çend xwepêşandanan bû. Her wiha di hevpeyvînên xwe yên li ser medyayê de jî hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kiribû. Mamoste Cîhan berê jî gelek gefên kuştinê xwaribû. Cîhan, di encama qezayeke trafîkê ya gumandar de jiyana xwe ji dest dide. Ev bûyer bû sedema bertekeke mezin a raya giştî. Saetek beriya qezaya trafîkê li ser medyaya dijîtal Cîhan wiha dibêje: "Ez ber bi mirinê ve diçim, mirin li ba min dike." Piştî mirina Cîhanê derdikeve holê ku beriya qezaya trafîkê Cîhan ji aliyê ekîba Mesrûr Barzanî ve gef lê tê xwarin. Mirina Cîhan li DYE’yê di doza ku derbarê Mesrûr Barzanî tê vekirin de derbas dibe û xwişka Cîhan, Şaxewan Taha têkildarî bûyerê ev tişt got: "Mirina xwişka min, kuştineke siyasî ye."