Li Kantona Firatê ji bo 25’ê Mijdarê komxebatek hat lidarxistin

  • 16:10 11 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongra Star li Kantona Firatê bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê azadiya jinê misoger bikin” komxebatek li dar xist.
 
Li Kantona Firatê bi pêşengiya Kongra Star di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de komxemat li Eywana Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê hat lidar xistin. Di komxebata ku bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê azadiya jinê misoger bikin” de bi dehan jin amade bûn.
 
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivî û behsa girîngiya 25’ê Mijdarê kir. 
 
Macîde Hesûn, anî ziman ku sîstema desthilatdarî her dem xwestine hêza jinê bixin bin kontrola xwe û destnîşan kir ku jin ti carî li ber sîstema desthilatdar serî netewandiye û bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî îro li tevahiya cîhanê berxwedaneke bêhempa raber dike.
 
Macîde Hesûn da zanîn ku divê jin di 25’ê Mijdarê de asta xwe ya têkoşînê bilindtir bike û wiha domand, “Jin ji bo azadiya xwe misoger bikin divê rêxistinbûn û hevgirtina xwe xurt bikin. Li her aliyê cîhanê jin li hemberî zihniyeta 5 hezar salan têkoşîn dike. Ew têkoşîn jî bi saya fikra Rêber Apo ye. Jin bi têkoşîna Rêber Apo re hebûna xwe îsbat kiriye. Rêber Apo di nava her şert û mercî de li dijî sîstema desthilatdariyê, rêya azadiya jinê derxistiye pêş. Em ê jî bi hêza Rêber Apo bi ser bikevin û bi saya Rêberê xwe em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya Rêberê xwe yê fîzîkî misoger bikin."
 
Hevseroka Sûriya Paşeroj Şivîn Qolexasî, behsa sîstema tundiyê ya li dijî jinan kir û pêkanînên dijmirovahî yên li herêmên dagirkirî yên li dijî jinan bibîr xist. Qolexasî, destnîşan kir ku rêya rizgarî û azadiyê bi bilindkirina têkoşînê û pêkhatina azadiya Rêber Apo pêkan e.
 
Rêveberiya Navenda Piştgiriya Psîkolojîk Narîman Silêman, diyar kir ku têkoşîn û berxwedana jinê li dijî sîstema desthilatdar ji dîrokê heta roja îro bênavber dewam dike û got ku bi saya felsefe û paradîgmaya Rêber Apo, jin di aliyê leşkerî, siyasî û hemû beşên civakê de pêşketineke mezin bi dest xist.
 
Piştî nirxandinan komxebat bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.