Ji Rêxistina Sara bernameya 25’ê Mijdarê
- 12:12 11 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jin li kantona Efrîn-Şehba bi daxuyaniyekê starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya ser Jinê da.
Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya ser Jinê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya ser jinan bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê ragihand. Daxuyaniya ku bi hemwext li bajarên Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Eyn Îsa yên Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin dayîn, li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehabyê bi beşdarbûna hemû sazî û rêxistinên jin hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara, Tekoşîn Mihemed ve bi zimanê Erebî hate xwendin.
‘Dagirkerî tundiya herî mezin ser jin û xwezayê ye’
Di daxuyaniyê de hemû curên tundiya li ser jinan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Bi boneya roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê, em soza bi dawî kirina hemû cûrên tundiyê li ser jin û jinên ciwan li hemu deveran nû dikin. Ev roj ne tenê rojek ji bo bîranînê ye, ev roj roja tekoşîna li dijî tundiya ser jin û civakê ye. Em hemû curên tundiyê li ser jinan şermezar dikin û tekez dikin ku em ê parastina jin û zarokan ji hemu cureyên tundiyê bikin. Di heman demê de em civakên sivîl, rêxistinên sivîl û saziyên jin vedixwînin ku beşdarî pêngava me bibin û bi hevdu re xebatên xwe ji bo avakirina jiyanek bê tund bimeşînin. Divê em vê rojê veguherînin pêşerojek baş. Bi boneya roja Têkoşîna li dijî tundiya ser jinê ya 25'ê Mijdarê li ser asta kantona Efrîn-Şehba em starta xwe bi dirûşmeya ‘Dagirkerî tundiya herî mezin ser jin û xwezayê ye’ radigihînin.”
Bernamya 25’ê Mijdarê wiha ye:
“*Wê li hemû navçe, gundewa û dibîstanan semîner were dayîn.
*Li darxistina filîksan li kolanên navçeyan û belavkirina broşorên li ser roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinê.
*Bi beşdariya hemû rêxistin û saziyên jinan li herêmê li darxistina mêtîngê.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.