Li Rihayê mirina biguman a zarokekî

  • 18:17 10 Mijdar 2024
  • Rojane
 
RIHA- Li navçeya Halîliye ya Rihayê zarokê 7 salî M.U ku hat îdiakirin ku ketiye kanala avê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Halîlkiye ya Rihayê li taxa Karşiyaka, hat îdiakirin ku zarokê 7 salî M.U ketiye kanala avê ya aydê DSÎ’yê û jiyana xwe ji dest daye.  Zarokê ku hat îdiakirin ku ketiye kanala ku dora wê bi têlên demir hatiye dorpêçkirin, cesedê wî hat dîtin.
 
Piştî kesên derdorê agahî dan, ekîb hatin cihê bûyerê û xwe gîhandin cesedê M.U. Cenazeya M.U ji bo otopsiyê rakirin morga tipa edlî ya Rihayê.