ROJEVA 13'YÊ MIJDARA 2024'AN
- 09:00 13 Mijdar 2024
- Rojev
* Jinên ku li dijî tundiyê li ber xwe didin, ji bo bijîn mafên xwe yên xweparastinê bikar tînin; lê dîsa jî di lêgerîna edaletê de bi tenê ne. Her yek ji wan bang li civakê dike, “Parastina mafê me yê jiyanê ne sûc e”. DOSYA
*Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Guneş Ogmen Korkmaz der barê "Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê" ku ji aliyê Şaredariya Artemêtê ve hatiye îmzekirin got, "Ji bo ku em hemû jinên di nava şaredariyê de ji tundiyê biparêzin me ev belgeya helwestê amade kir. Ev tenê destpêk e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê ji bo jinan xebateke baştir bikin." DÎMEN HEYE
*Hunermend Işik Berfîn Oztoprak ku bi stranên xwe yên herî dawî bandor li girseyê kir, anî ziman ku hunera wê ji bo parastina ziman û çanda kurdî ya ku bi asîmîlasyonê re rû bi rû ye û wiha got: "Divê mirov rabirdûya xwe bizane û nas bike. Ez fikirîm ku dema em rabirdûya xwe hîn bibin, em dikarin paşeroja xwe nû bikin û ji wan zextan xilas bibin." DÎMEN HEYE
*64 sal berê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di şewata ku li sînemayekê derketibû de 283 zarokên kurd şewitîn. Di ser şewata Sînemaya Amûdê re 64 sal derbas bûn lê belê birîna kesên ji wê rojê bi bandor bûne hîn nehatiye kewandin.
*Jinên nobeda berxwedanê ya Xelfetiyê ji bo mîtînga ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bi dirûşma "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" tê organîzekirin banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Em dengê xwe ji bo gelê xwe û hevserokên xwe bilind bikin." DÎMEN HEYE