ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2024'AN
- 09:00 8 Mijdar 2024
- Rojev
*Her erdnîgarî xwedî diyalektîkek xweser e. Ji bo Kurdistanê, Bakur tenê wek vensînek beramberiya wê ya civakî û polîtîk heye dertê pêşberî me. Parçeyê herî mezin ê rastiya bi sînoran hatiye parçekirin îfade dike. Di 50 salên dawî de li dijî parçebûnê berxwedana hatiye dayîn tê dîtin. Li Bakur berxwedan bi serhildanan hatiye mohrkirin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
* Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel da zanîn ku polîtîka qeyûman darbeye û wiha anî ziman: “Sedema rejîma qeyûman, girtin û binçavkirin pirsgirêka kurd e. Ji ber vê jî heta pisgirêka kurd çareser nebe ev pirsgirêk jî çareser nabin. Em aştiyê bixwazin divê em îtîrazê van polîtîkayan bikin.” BI DÎMEN
* Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Berdevka Jinan a DEM Partî ya Enqereyê Nebahat Çalpan da zanîn ku divê jin li dijî tundiyê parastina cewherî esas bigirin û got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî parastina cewherî ye. Vê rewşê têkoşîna jinan kolektîf kir. Parastina cewherî ji bo me girîng e. Avakirina pêşeroja me di vê felsefê de derbas dibe.” BI DÎMEN DOSYA
* Jinên di çalakiyan de cih digirin, destnîşan kirin ku qeyûm tayînê vîna Gelê Kurd û bi taybetî jî vîna jinê hatiye kirin û gotin ku dê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin. BI DÎMEN
* Jinên li dijî qeyûmê ku tayînê şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê hat kirin, li ber şaredariyê nobetê digirin diyar kirin ku heta encamê negirin wê nobetê bidomînin. BI DÎMEN
* Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman dikevin roja xwe ya 5’emîn, gel bi şev û roj berxwedana xwe didomîne. BI DÎMEN