'Rejîm ji fikra azadiya jinê û azadkirina gel ditirse'
- 09:04 13 Tebax 2024
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Endama NADA’yê Khadija Rhadider barê cezayê darvekirinê yê jinan li Îranê de wiha got: “Jinên li Kurdistanê di warê rêxistinbûyîna civakî ya ku ava kirine de ezmûneke bêhempa afirandine û destkeftiyên ku li welatên ku doza demokrasiyê dikin jî bi dest xistine. Fikra ku jin wê azad bibe û tevkariyê li azadiya gelê xwe bike, rejîmê ditirsîne."
Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Rojhilat û Îranê, serhildana jinan a li dijî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê dest pê kir, didome. Di dema ku ev serhildan li her derê belav bû, dewleta Îranê hewldanên xwe yên ji bo tepisandina vê tevgera gel a bi pêşengiya jinan bi cezayên darvekirin û girtîgehê domand.
Çalakvana mafên mirovan û rojnamevan Pexşan Ezîzî ku herî dawî li Îranê hatibû binçavkirin, di danişîna xwe ya 23’yê Tîrmehê de bi sûcdariya “Endamtiya komên ku li dijî rejîma Îslamî dest bi serhildana çekdarî kirine” cezayê darvekirinê lê hat birîn. Cezayê ku bû sedema bertekên mezin hê jî tê protestokirin. Endama Yekîtiya Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) Khadija Rhadi ku li Fasê ji bo mafên jinan têdikoşe, cezayê darvekirinê li jinan û xeta têkoşînê nirxand.
"Tê zanîn ku serpêhatiyên jinên Kurd li herêmên din îlhamê didin wan û bi taybetî jî serpêhatiyên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûneke bêhempa ye. Ev serhildana bêmînak a li Îranê ji bo jinên li wir û ji bo hemû jinên cîhanê ezmûneke girîng e."
* Li Îranê şoreşa jinan a mezin didome û hikûmet jî bi cezayên giran bersivê dide. Hûn vê serhildana jinan a mafdar çawa dixwînin?
Tê zanîn ku jinên Îranî piştî şehadeta çalakvana Kurd Jîna Emînî di 16'ê Îlona 2022'yan de, dest bi serhildaneke mezin kirin. Piraniya jinên ku beşdarî vê serhildanê bûne jinên ciwan bûn, ji ber ku wan weke sembola heqaret û bindestiyê dîtine, serîhildanek mezin a ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû, dane destpêkirin. Ev dirûşmeya ku destnîşan dike ku jin sembola jiyanê ye, bê azadî jiyan nabe û gelê ku jinên wî ne azad be jî azad nabe. Serhildana jinan ji bo azadiya tevahî gelan e. Ji bo gelên ku jinên wî bindest û rûmeta wî tê binpêkirin, azadî nabe. Ev serhildana mafdar û rewa ya jinan civaka Îranê guhert, bi taybetî ku ev serhildan wek mezintirîn xwenîşandanên li bajarên Îranê ji damezrandina Komara Îslamî ya Îranê di sala 1979'an de tê dîtin. Eşkere ye ku jinên Kurd li Îranê di vê serhildanê de xwedî cihekî girîng in. Tê zanîn ku serpêhatiyên jinên Kurd li herêmên din îlhamê didin wan û bi taybetî jî serpêhatiyên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûneke bêhempa ye. Ev serhildana bêmînak a li Îranê ji bo jinên li wir û ji bo hemû jinên cîhanê ezmûneke girîng e; lewra nîşan da ku tevî xwînmijîya her rejîma siyasî, jin dikarin li dijî vê rejîmê rabin û dema jin bi mafên xwe haydar bin, dikarin li dijî Îranê rabin. Helwesta hişmendiya jinan di meyla serhildana civakên wan a li dijî neheqî û zilmê de xwedî roleke sereke ye. Bê guman girtiyên jin di vê serhildanê de ji ber zilma giran û îşkenceya ku li wan hat kirin bedelên mezin dan û çarenûsa Emînî jî weke hemû şehîdên serhildana jinan, îspata herî mezin a vê yekê ye.
"Girtin û cezakirina van her du çalakvanan beşeke ji rejîma Îranê yên hedefgirtina jinên Kurd; Ji ber ku ew qebûl dikin ku Kurd pêşengiya serhildana jinan li Îranê kirine. Bi saya seferberiya xurt a jinên Kurd a piştî şehadeta jina Kurd hat destpêkirin. Rejîma Îranê jî ji hêz û rêxistina wan a daketina kolanan ditirse."
* Li gel cezayên giran ên hikûmeta Îranê, rêbaza herî zêde tê bikaranîn, cezayê darvekirinê ye. Herî dawî ciwanek din hat îdamkirin û gelek çalakvanên jin bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Hûn der barê mijarê de dikarin çi bêjin?
Rayedarên Îranê hewl didin bi tundî, zextên berfireh û cezayên cuda bersivê bidin vê serhildanê. Zarok jî di nav de bi sedan xwepêşandêrên jin û mêr şehîd ketin. Cezayên îdamê ji binpêkirinên giran ên rejîma Îranê di çarçoveya tepeserkirina xwepêşandanan de ne. Komeleyên jinên Îranê di daxuyaniya xwe de nirxand ku ev yek li ser bingehê tohmetên derew e, ji ber ku rejîma desthilatdar li Îranê ji bo ji holê rakirina hemû dengên ku rexne li wê dikin, her dem serî li tekane bijardeya ku pispor e ango darvekirinê ye. Ev ceza li kesên ku di nava refên gel de cih digirin, bi taybetî jî li refên jinên têkoşîna azadiyê didin, tên dayîn. Wek parêzvanek mafên mirovan, ez bi prensîp li dijî cezayê darvekirinê me û ji bo rakirina wê ji hemû pergalên sûc ên li seranserê cîhanê têdikoşim.
*Ji bo jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî ji aliyê dewleta Îranê ve cezayên darvekirinê tên dayîn û gelek jinên Kurd li Îranê rastî cezayên girtîgehê û metirsiyeke bi vî rengî tên. Li gorî we çima hikûmet herî zêde jinên kurd hedef digire?
Du çalakvan Pexşan Ezîzî di 24'ê Tîrmehê de û Şerîfe Mihemedî jî di çarê heman mehê de bi tometa ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Gelek rêxistinên mafên mirovan li dijî vê biryarê derketin û ev biryar weke encama dadgehkirineke ne adil nirxand û herwiha diyar kirin ku her du çalakvan di dema girtina wan de rastî îşkenceyên hovane hatine. Bi sedan rewşenbîr jî banga berdana wan kirin û diyar kirin ku girtina wan tê wateya binpêkirina sîstematîk a azadiya raman û îfadeyê. Girtin û cezakirina van her du çalakvanan beşeke ji rejîma Îranê yên hedefgirtina jinên Kurd; Ji ber ku ew qebûl dikin ku Kurd pêşengiya serhildana jinan li Îranê kirine. Bi saya seferberiya xurt a jinên Kurd a piştî şehadeta jina Kurd hat destpêkirin. Rejîma Îranê jî ji hêz û rêxistina wan a daketina kolanan ditirse. Rejîma Îranê ditirse ku jinên Kurd li Îranê ji ramanên birêz Ocalan îlhamê werbigirin, ku dibe sedema komkirina hêza jinan li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di civakê de xwedî cihekî girîng be û têkoşîna xwe zêdetir belav bike. Ji ber ku ev felsefe motora rizgariya civakê ye. Rejîma Îranê ji dirûşma “Jiyan û Azadî” ditirse, ji ber ku rejîmek e ku jinan tepeser dike, dijminatiyê li jinan dike û bi berdewamî mafê jiyanê binpê dike. Yek ji rejîmên ku herî zêde cezayê îdamê dide rejîma ku dijminê azadiyê ye, li dijî dijberên xwe zext û zordariya sîstematîk dike û gelek caran hemû cureyên azadiyan binpê dike.
"Jinên cîhanê yên ku di nava têkoşîneke berdewam de ne û di têkoşîna xwe ya ku rêyeke dûr û dirêj de derbas bûye de pêwîstiya wan bi piştgirî û alîkariyê heye, her tim pêwîstiya wan bi hevgirtin û piştgiriya wan heye."
* Tekoşîna jinan bi giştî li cîhanê tê parvekirin jî, li Îran, Filistîn û Kurdistanê tecrûbeyên jinan gelek caran bi bêdengiyê re rû bi rû dimînin. Çima ev bêdengî û hûn çawa digirin dest?
Bê guman jin li dijî hemû pergalên mêtînger ên ku rûmeta wan di bin lingan de dihêlin û azadiya wan asteng dike li gelek deverên cîhanê têdikoşe. Wek greva giştî ya jinan a di 8’ê Adarê de ji aliyê jinan ve hat organîzekirin, formên nû yên ku vê têkoşînê zêdetir eşkere kir, afirandin. Lê li hin deverên cîhanê fedakariya jinan xurtir û mezintir e, carna destkeftiyên nedîtî bi dest dixin, lê tevî vê yekê jî pergala kapîtalîst a ku li cîhanê serdest e, mekanîzmayên mezin ên medyayê di bin kontrolê de ne, lê dîsa jî ezmûnên wan tên paşguhkirin û nayên weşandin. Rêxistinên sexte yên navneteweyî ditirsin ku ezmûnên van jinan bibe mînakek ji bo jinên cîhanê û bibe rêberek ku dê riya rizgariyê ronî bike. Jinên Filistînî ji ber ku ew wek beşek ji gelê xwe, bi dehan salan rastî belaya hatine û gelên wan rastî polîtîkayên jicîhûwarkirinê, paqijkirina etnîkî û herî dawî jî qirkirina etnîkî hatine, jinên Filistînî yên herî metirsîdar li hember neheqiyê ne. Li hember qirkirineke di dîrokê de nedîtî berxwedan û agirê têkoşînê ji nifş bi nifş ve zindî bihêlin, cesareteke bêhempa nîşan dan. Jinan li Kurdistanê di warê rêxistinbûna civakî ya ku ava kirine û di vê rêxistinê de cih û warê jinan de azmûneke bêhempa afirandiye û destkeftiyên ku li welatên ku doza demokrasî û modernîteyê dikin jî tune ne. Li Îranê jî jinan dest bi serhildaneke mezin kirin. Li dijî rejîma ku herî zêde tundiyê li jinan dike. Ji ber vê yekê pergala serdest a cîhanê ditirse ku ev jinên leheng, prensîb û biryardar bandorek erênî li ser jinên cîhanê bikin, berjewendiyên wan ên li ser îstîsmar û zexta li ser jinan tehdît bikin. Fikra ku jin wê azad bibe û tevkariyê li azadiya gelê xwe bike, wan ditirsîne. Ji ber vê yekê rola me rûbirûbûna vê dezenformasyon û tevliheviyê ye, ne tenê ji ber ku bi eşkerekirina van serpêhatî û destkeftiyan dê ji bo jinên hemû cîhanê bibe mînak, lê her weha ji bo hemû hêza van jinan û wêrekiya ku nîşan didin. Jinên cîhanê yên ku di nava têkoşîneke berdewam de ne û di têkoşîna xwe ya ku rêyeke dûr û dirêj de derbas bûye de pêwîstiya wan bi piştgirî û alîkariyê heye, her tim pêwîstiya wan bi hevgirtin û piştgiriya wan heye. Hevgirtina di navbera jinan de çekeke bi bandor e ku divê em weke jin li gelek deverên cîhanê bikar bînin. Divê her kes hemû mekanîzmayên ku vê hevgirtin û sînerjiyê bi bikaranîna bandorker a medyaya alternatîf û medyaya civakî pêş bixin, têkoşîna hev ragihînin, ji ezmûnên pêşketî yên jinan sûd werbigirin, mekanîzmayên torê çêbikin û aktîf bikin, dibistanên perwerdeya jinan ava bikin. Ji bo ku dengê rast ê jinan were bihîstin, têkoşîna jiyan û azadiyê were ragihandin, divê em bikevin her qadê.
* Li dijî îşkence û cezayên darvekirinê yên hikûmeta Îranê banga we ji jinên cîhanê re çi ye?
Wek min berê jî got, ez difikirim ku em keda van jinên ku li her derê têdikoşin dinirxînin û ji bo me mînak in. Ji bo vê jî pêwîste her cure zextên li ser wan tên kirin bi her awayî derbikevin holê û zextê li rejîmên ku vê pêk tînin bê kirin. Îro di bin ronahiya van hukmên bidarvekirinê yên ku ji bo jinên Kurd li Îranê û jinên Îranî bi giştî hatine dayîn, pêwîst e bibe mijara kempîneke cîhanî bo rizgarkirina jiyana xelkê wê ji destê rejîma ku kur û keçên wan dikuje. Ji bo ku ev kampanya bi ser bikeve divê hêzên cuda yên têkoşînê werin seferberkirin û hêzên din ên dijminê mafên jinan û gelan in, nehêlin êrîşî vê têkoşîn û vê hevgirtinê bikin û ji bo êrişî gelên din bikin. Têkoşîna me ya jinan divê li dijî her cure îstîsmara siyasî ya ji aliyê hêz û rejîmên ku bi derewan dirûşma azadiya jinê bilind dikin, di heman demê de mirovan dikujin, jinan koçber dikin û mafên wan distînin rawestin.