Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 10:33 10 Mijdar 2024
- Rojane
STENBOL - Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Azadiya xweîfadekirinê ya di bin siya sîxûrtiya bandorê de” derket.
Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Azadiya xweîfadekirinê ya di bin siya sîxûrtiya bandorê de” derket. Di hejmara vê hefteyê de “Sîxûrtiya bandorê” û encamên wê tê nirxandin.
Nivîsên vê hefteyê ev in:
* Em pîrebok in an nêçîr? Ev tirs ji ber çi ye? / Gulfem Karataş
* Bandora qebûlkirina qanûna sîxûriya bandorê ya li ser jinan û civakê / Hazal Sumelî
* Amûreke nû ya gefa li dijî têkoşîna civakî: Sîxûriya bandorê / Hevpeyvîna bi Dilşah Taş re / Saliha Aras
* Rewşa awarte ya domdar, qeyûm û rewatiya dînbûnê / Rûşen Seydaoglû
* Di Komkujiya Dêrsimê de jin... / Yuksel Mutlu