Ji roja ewil li qada berxwedanê ye: Êdî bes e

  • 11:09 10 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Derya Ren
 
RIHA –Gulîzar Ozturk a ku ji roja destpêkê ve li ber Şaredariya Xelfetiyê di nobeda berxwedanê de ye, fêkiyên ku hişk kirine bi berxwedêran re parve dike û bi berxwedana xwe ya bi hevgirtinê pêş dikeve re ji qeymeqam re dibêjin "Êdî bes e". 
 
Bi talîmata Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî  û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de kirin. Di berxwedana ku piştî tayînkirina qeyûman dest pê kir de, gel tevî êrîşên polîsan jî têkoşîna xwe didomîne. Berxwedana ku 7 roj in li ber Şaredariya Xelfetiyê ya dorpêçkirî dest pê kir, piştevaniya kesên beşdarî nobedê bûne derdikeve pêş. 
 
Gulîzar Ozturk a ku her roj beşdarî berxwedana li ber şaredariyê dibe, fêkiyên hişk kirine ên ku bi xwe re aniye, li welatiyên li ber xwe didin belav dike. Gulîzar Ozturk, anî ziman ku hevgirtineke bi vî rengî moral dide wê û destnîşan kir ku ew dikarin bi hevgirtinê li hemberî qeyûman li ber xwe bidin.
 
'Berxwedan didome'
 
Gulîzar Ozturk, anî ziman ku li gel hemû astengiyan jî li ber xwe didin û got, “Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Em ê şaredariyên xwe paşve bigirin, em ê ji kesî re nehêlin. Mafê me çi ye em dixwazin. Em kurd in. Êdî bes e. Ji ber ku em kurd in, ev hemû pêkanîn ji bo me guncav tê dîtin û şaredariyên me desteser dikin."
 
biryardariya têkoşînê 
 
Gulîzar Ozturk, diyar kir ku ji bo rê li pêşiya Kurdan bê girtin her tişt hatiye kirin û got, “Em ê têbikoşin. Em şaredariyên xwe nadin tu kesî. Ev têkoşîn heta mirinê wê bidome. Di zindanan de gelek kes hene. Yên ku ji ber zilmê çûn... Divê êdî dilê dayikan neşikê. Em ê tu carî dev jê bernedin. Li gel sermayê jî bi rojan e em nobedê digirin. Ji ber vê yekê ez fêkiyên ku li malê min hişk kirine tînim û didim hevalên xwe yên di nobedê de ne."
 
'Êdî bes e'
 
 Gulîzar Ozturk got, “Ez weke dayikekê dest ji têkoşînê bernadim” û wiha bidawî kir: “Êdî bes e, em jî westiyan. Lê tevî vê yekê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çima mafê kurdan nayê dayîn? Hewl didin me li her derê asteng bikin. Çima em neçar in di vê sermayê de li derve bin? Zarok, dayik û ciwanên me çima tên girtin? Edi bes e (Êdî bes e).”