Li Qersê DEM Partiyê gel vexwend mîtîngê

  • 14:41 26 Adar 2024
  • Ramyarî
 
QERS - Li Qersê DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gel vexwend mîtîngê. 
 
Ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê DEM Partî li Qersê xebatên hilbijartinê tevî şertên zehmet ên hewayê jî bê navber didomîne. Bi tevlibûna parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit li navçeya Susuza Qersê serdana esnafan pêk hat û gel xwendin mîtînga wê sibehê bê lidarxistin. 
 
Gulistanê li serdana esnafan axivî. Gulistanê diyar kir ku wan li qadan hêza gel û partiya xwe dîtine û got armanca wan ew e ku ji bo bajar xizmetê bikin. 
 
DEM Partiyê belavok belav kir û esnaf ji bo mîtinga sibehê ya li Qersê vexwend.