Namzetên DEM Partiyê bi esnafan re hatin gel hevdu

  • 13:10 26 Adar 2024
  • Ramyarî
 
DÊRSIM - DEM Parti, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi esnafan hat gel hevdu. Esnafan diyar kirin ku sûka binê erdê dilopan dike û loma jî xwestin bê xerakirin û bibe otopark. 
 
DEM Parti, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi esnafan hat gel hevdu. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Dêrsimê îro bi esanafan re hatin gel hevdu û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. 
 
Ji bo civînê eleqeyek mezin hat nîşandan 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Murat Çepni, Namzerên Hevşaredariya DEM Partiyê yên Dêrsimê Birsen Orhan û Cevdet Konak tevli civîna bi esnafan re bûn û eleqeyek mezin ji bo wan hat nîşandan. 
 
Esnafan pirsgirêkên xwe vegotin
 
Parlamenter û namzetan diyar kirin ku divê xisarên qeyûm bûne sedem bê bidawîkirin û got loma jî pêdivî bi dengên gel heye. Piştre esnafan bal kişandin ser pirsgirêkên xwe. Esnafan diyar kirin ku sûka binê erdê dilopan dike û loma jî xwestin bê xerakirin û bibe otopark.