Gelo dê piştî 19 salan pirsgirêka gel çareser bikin?

  • 09:03 26 Adar 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
AGIRÎ  - Ji bo derxistina qûmê kolandina taxê, valakirana qûman a li ser rê, tedbîrnegirtina bi dehan çalên servekirî, komnekirina çopên li dora çem û avakirina stargehên kucikan a di nava taxê de pirsgirêkên sereke yên taxa Fatîh a Agiriyê ye. Ev yek polîtîkayên şaredariyên AKP'ê yên li hemberî Kurdistanê bi zelalî radixe ber çavan.
 
Li Agiriyê desthilatdariya AKP’ê ku 19 sal û nîve şaredariyê bi rêve dibe, heta îro ji bo şêniyan tu tişt nekiriye. Pirsgirêkên heyî jî çareser nekiriye û ligel vê jî li bajêr talanek mezin jî pêk hatiye. Di her taxê de bi taybetî pirsgirêkên rê tên jiyîn. Ji van taxan yek jî taxa Fatîhê ya Agiriyê ye ku gelek pirsgirêkan dijî. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2009’an de AKP ku şaredariyê bi dest xist şûnde Hasan Arslan bû serokê Şaredariyê Agiriyê. Hasanê AKP’yî li taxa Fatîhê projeyekê cihekê nêzî 30-40 donimê serexaneyek bi bîyogaza ku ji zibilê heywanan dê çêbikira. Li wê cihê ku avahiyek 4 qat ji bo kesên xebatkar û amûran hat çêkirin, proje nehat temamkirin. Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de jî Partiya Aştî  û Demokrasiyê (BDP) ku şaredariyê bi dest xist xwest vê projeyê temam bike, lê belê ji ber di sala 2016’an de qeyûm hat tayînkirin û ev proje nîvco ma. Di hilbijartinên 2019’an de ku AKP’ê carekedin hilbijartinê girt wek serok Savci Sayan hat hilbijartin.
 
Projeya serayê nehat temamkirin
 
 
Ev projeya ku nîvco ma, Savci Sayan jî temam nekir û terkê qedera xwe kir. Savci yê AKP’yî ku projeyê çênekir li şûna wê stargehan kûçikan çêkir. Bi vê yekê re derî û paceyên avahiya 4 qat û li dora seraya ku bihata çêkirin bi têlan hatibû dorpêçkirin ji aliyê xûrdeciyan ve hatin xirapkirin. Ji ber stargeha kûçikan ku li taxê hat çêkirin welatiyan wê demê nerazîbûnan nîşan dane ku dê bi xwe re nexweşiyan jî bîne. Lê belê li ser bertekên welatiyên taxê jî ev stargeha kûçikan di nava taxê de hat çêkirin.  
 
Ser çalên ku hatin vekirin nehatin girtin 
 
 
Di têketina taxê de li cihê ku dê projeya serayê qaşo bihata çêkirin tabeleya “Ji ber ku dê xebatên peyzajê bên kirin, rijandina hafriyatê qedexe ye. Li hemberî kesên ku birijînin dê tespîta kamerayê bê kirin û ceza bê dayîn” hatiye daliqandin. Lê belê ligel vê yekê jî qeyûm xwe bi xwe ev biryaran tune dihesibîne û li cihê serayê dikolîne û çopê dirijîne. Li gor agahiyên ku ji welatiyên herêmê hat girtin li cihê ku sera bihata çêkirin niha kepçe tê de dixebitin û kolandinê dikin. Kepçeyên ku li taxê dixebitin qûmê jê derdixin û ji ber vê yekê bi dehan çal hatine vedan. Çalên ku hatine vedan ser nayên girtin û li dora qaşo bi têlan hatiye dorpêşkirin bi xwe re xeteriyê tîne. Bi taybetî li cihê ku çal hatine vedan hem mal û hem jî dibistan heye. Ji ber barîna baran û berfê çalên ku av tijî dibin, tê dîtin ku ji bo vê yekê tu tedbîr nehatiye girtin. Her wiha cihên ku çal hatine vedan jî li ser nehatiye girtin.  
 
Di demên hilbijartinê de xizmet tê bîra wan
 
 
Di heman demê de hat diyarkirin ku ji hilbijartinên giştî ya 14’ê Gulana 2023’yan de pêk hat vir ve li wê cihê kolana ku tê kirin ve qûma ku derdixin li taxan ji bo rê bikar tînin. Ji wê demê vir ve kolana ku didome bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî ve bi kepçeyan carekedin qûmê jê derdixin û dibin taxan. Şaredariya AKP’ê ku heya îro tu xizmetê ji gel re nekiriye, bi tenê demên hilbijartinê de gel tê bîra wan. Lê bi vê yekê re xeterêyê jî bi xwe re tînin.
 
Çem di nava çopê de ye!
 
 
Li aliyekê dinê ve jî li kêleka vê çemekê ku diherike, di nava çopan de maye. Ligel tabeleya ku hatiye danîn jî hem ji aliyê şaredariyê û hem jî ji aliyê welatiyan ve li derdora çemê û qûntara wê harfiyat û çop tê rijandin. Ji ber vê yekê li taxê bêhnekê qirêj belav bûye û bi xwe re nexweşiyan jî tîne. Ava vê çemê ku tevlî Çemê Eresê dibe, zarok havînan ji ber germê dikevin nav vê avê û avjeniyê dikin. Ev yek jî dibe sedema nexweşiyan.
 
Ji bo zarokan xetereyên mezin 
 
 
Şêniyên taxê ji vê rewşê bi gazincin çend serlêdanan dikin jî pirsgirêk nayên çareserkirin. Avakirina stargehên kucikan a di nava taxê, ji bo derxistina qûmê kolandina taxê, valakiran qûman a li ser rêyên taxan, tedbîrnegirtina bi dehan çalan a li taxê, komnekirina çopên li dora çem hwd. Ev yek ji bo taxê pirsgirêkên sereke ne û bi taybetî jî ji bo zarokan xetereyên mezin derdixe holê.