Li Cizîrê bayê DEM Partıyê

  • 20:28 25 Adar 2024
  • Ramyarî
 
ŞIRNEX -Welatiyan ji namzetên hevşaredarên DEM Partıyê yên ku serdana tax û esnafên navçeya Cizîrê kirin re gotin, “Ev der Cizîr e, em ê bi her awayî li ber xwe bidin, hûn li ser Şirnexê bisekinin. Piştgiriya xwe bi gotina, "Ev der ya me ye, kes nikare ji me bigire."
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê namzetên hevşaredar ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinê lez dan xebatên taxan. Namzetên HevşaredariyÊ û Parlamentera DEM PartiyÊ Newroz Uysal Aslan ku li Cizîrê serdana malên TOKÎ'yê kirin, ji gel re diyar kirin ku dê dengên xwe çawa bidin.
 
'Ez tu carî ji dara partiya xwe venagerim'
 
Dema ku gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetan da, ji welatiyekê hat pirsîn, "Hûn dizanin deng bidin?" Welatiyê jî bersiva pirsê da û wiha got: “Ez dikarim ayetên Quranê tevlihev bikim, lê ez qet dara partiya xwe tevli yên din nakim. Welatiyekî din namzed rawestandin û giliyê xwe wiha anî ziman: "Tenê daxwaza min ji we ew e ku deriyê şaredariyê ji me re vekin, em niha nikarin bikevin şaredariyê."
 
'Ev der Cizîr e, em ê biserkevin'
 
Namzetên ku ji vir çûn Taxa Cumhuriyetê ji aliyê jinan ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin. Jinan li ber stranan govend gerandin û bi dirûşman namzet şandin. Namzetên ku ji taxê hatin navenda sûkê esnafên li wir ziyaret kirin. Parlamentera  DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî beşdarî serdanê bû.
 
Ji heyeta ku serdana esnafan kir re welatiyan gelek caran gotın, “Ev der Cizîr e, em ê bi her awayî biser kevin, hûn li serŞirnexê bisekinin. Piştgiriya xwe bi gotina, "Ev der ya me ye, kes nikare ji me bigire." .
 
 Heyet ji vir derbasî buroya hilbijartinê ya li kolana Sanatê bü ku buroya hilibijartinê ya DEM Partiyê lê ye.