Li Qersê civînên jinan

  • 19:02 25 Adar 2024
  • Ramyarî
QERS - Di civînên jinan ên li Taxa Karayollarî TOKÎ ya Qers û navçeya Têkorê hatin lidarxistin de peyama: “Heta li vî welatî şer hebe, jin dê bên qetilkirin, Kurd tên înkarkirin, ciwan neçarî koçberiyê dibin. li bajaran mafê jiyanê tune ye" hat dayîn.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasıyê ya Gelan (DEM Partî) çend roj beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê lez da xebatên xwe. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qersê DEM Partiyê ya Qersê,  li taxên Karayolları TOKÎ û Têkorê bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu, Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partî ya Qersê  Arzu Savaş Derman û Namzeda Hevşaredariyê ya Têkorê Ûlker Ozadiktî civîn pêk anîn. Di civînên ku li navenda Têkor û Qersê bi tevlîbûneke xurt hatin lidarxistin de jinan guhdariya heyetê kirin pirsên xwe kirin û pirsgirêkên xwe anîn ziman.
 
Ji hilbijartinan re demek kin maye
 
Di civîna jinan a Têkorê de Namzeta Hevşaredariyê ya Têkorê Ûlker Ozadîktî axivî û diyar kir ku ji hilbijartinên herêmî re demeke gelekî kurt maye û dê li Têkorê xwedî derkevin. Ûlker got, “Em ê bi piştgiriya gelê xwe û jinan şaredariyê bigirin. Ew çi dikin bila bikin, em ê Têkorê ji destê wan bigrin."
 
'Tişta ku ya me ye em ê paşde bigirin'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê  Halîde Turkoglu di civînan de axivî û got, “Dema em dengê xwe didin DEM partiyê, di rastiyê de dengê xwe didin xwe, nasnameya xwe ya Kurdewarî û mafê xwe yê jiyanê. Îro hevalên me yên li girtîgehan berdêlên giran didin. Ev bedel ji bo aştiyê tên dayîn, ne ji bo polîtîkaya şer. Piraniya hevalên me di greva birçîbûnê de ne û daxwazên wan zelal û diyar in. Heya ku li vî welatî şer dewam bike, jin dê bên qetilkirin, Kurd tên înkarkirin, ciwan neçar dimînin koçî bajarên cuda bikin, li tu bajaran mafê wan ê jiyanê nîne. Li bajarên ku mafê jiyanê tuneye xebatên şaredariyê çawa dikarin bên meşandin? Ji ber vê yekê dema em diçin ser sindoqan jî ji bo hesabp ji wan bipirsin diçin ser sindoqan ji ber ku bi salan e li van axan siyaseta emanetê tê meşandin. Yanî em bi îradeya xwe dengê xwe didin, lê îradeya me qebûl nakin û li ser vîna me qeyûm tên tayînkirin. Ji ber vê sedemê em dibêjin li her derê Kurdistanê tişta  ku ya me be emê paşde bigrin.”
 
Herî dawî di civînê de Arzu Savaş Derman axivî û bal kişand ser pirsgirêkên Qersê û projeyên xwe yên çareseriyê bi jinan re parve kir.
 
Piştî civînan jinan govend gerandin.