Di Nobeda Edaeltê de li dijî girtina Hatîce Yildiz bertek

  • 16:26 25 Adar 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan li Nobeda Edaletê ku li Taxa Konakê berdewam dike bertek nîşanî girtina Hatîce Yildiz dan.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê li avahiya Rêxistina Navçeya Konakê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di roja 48'an de berdewam kir. Dayikan di çalakiya nobetê de pêşmalkên bi nivsîa bi Kurdî û Tirkî ku li ser wan "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û "Girtiyên nexweş serbest bên berdan" nivîsandî li xwe kirin û bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.
 
Dayika Bayram Kaymaz ê girtî Medîne Kaymaz, di çalakiya nobetê de bertek nîşanî girtina Hatîce Yildiz a 75 salî ya ku ji ber ji keça xwe ya li girtîgehê û hevala wê ya li qawîşê reşand  ku hat girtin da. Medîne got, “Ew girtiyan dişînin cihên ku ji malbatên xwe dûrtirin. Hin malbat ji ber ku nikarin debara xwe bikin nikarin biçin hevdîtinê û pereyan ji zarokên xwe re bişînin. Dema malbat bi rêya me pereyan dişînin, qebûl nakin û ceza dikin. Îro zarokên me di bin şert û mercên dijwar de li wir in, helbet em ê pereyan bişînin. Çi bikin bila bikin, me bixin zindanê jî em ê dev ji şandina pereyan ji bo zarokên xwe û hevalên wan bernedin û em dest ji doza wan jî bernadin. Ew hemî zarokên me ne."
 
'Bi zilmê nikarin wan bînin rê'
 
Medîne diyar kir ku dewlet bi salan e bi polîtîkayên qirêj hewl dide girtiyan û malbatên wan bitirsîne û wiha got: “Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di girtîgehê de ye. Ji bo aştiyê xwe fedayî vî  gelî kir. Zêdeyî 30 meh in destûr nayê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Rêberê gelê Kurd 26 sal in ji bo aştiyê xwe feda dike û di girtîgehê de ye. Destûr nayê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Heta ku ev tecrîda li ser Rêbertî û girtiyan bidome weke dayîkên wan em ê dest ji têkoşîna wan bernedin. Ew nikarin wan bi zulmê bînin rê."
 
Nobet bi gerandina govendê bi dawî bû.