Li Şirnexê qedexe

  • 16:16 25 Adar 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Herêma Çiyayê Gabarê a di nava sînorên Şirnexê de dimîne, cara heftemîn ji bo 15 rojan wek Herêma Ewlehiya Taybet hate îlankirin û ji têketinan re hate qedexekirin. 
 
Ji bo Herêma Çiyayê Gabarê ya di navbera  navenda Şirnexê û navçeya Basayê de dimîne, carake din ji têketinan re hate qedexekirin. Walîtî daxuyand ku herêm 26 û 9’ê nîsanê, jî di nav de ji bo 15 rojan, wek Herêma Ewlehîya Taybet hatiye îlankirin. 
 
Tevî biryara herî dawî hatiye dayîn, qedexeya herêma Çiyayê Gabarê, cara heftemîn hate dirêjkirin.