37 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin

  • 09:06 25 Adar 2024
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 26 sale di bin tecrîda giran de ye 37 meh in tu agahî jênayê girtin. Di 8’ê Adar û Newrozê de gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan qêriyan.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 26 sale li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û ev 37 mehe ne malbat ne jî parêzer tevî hemû hewldanan nikarin hevdîtinê bikin.
 
Serlêdanên parêzeran  bi awayekî sistematik bi hincetên ‘Qedexeya hevdîtina parêzeran’ û ‘Cezayên dîsîplînê’ tên astengkirin.
 
Di 2023’yan de 169 serlêdan
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 17’ê Çile de rapora tespîta sala 2023’yan de aşakera kir û da zanîn ku di 2023’yan de parêzeran 110 serlêdan û malbatê jî 59 serlêdan kirine. 
 
Di serdana CPT de Îmralî tunebû!
 
Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 23’yê Sibatê de diyar kir ku di 13-22’yê Sibatê de serlêdanên girtîgehên Tirkiyeyê kiriye lê Îmralî di serdanên nav serdanên wan de tunebû. Der barê Mijarê de Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanieyk nivîskî da û da zanîn ku ev nêzîkatiyeke ku bi tu awayî nikare bê qebûlkirinê ye.
 
Qedexeyên sistematîk
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 6’ê Mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtina parêzeran pêk bê serî li Dadgeha Înfaza Bursayê da û di encama vê serlêdanê de hat hînbûn ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 31’ê Cotmehê de biryareke qedexeyê ya nû ya 6 mehan hatiye dayîn.
 
Li Îmraliyê ‘Pêkanîna nebaş’ tuneye!
 
Buroya Hiqûqê ya Asrin di 8 salan de bi dehan carî serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) da. DDB’ê di Nîsana 2023’yan de der barê 23 heb ji van serlêdanan de ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. Wezaretê nêrîna xwe aşkra kir û got ‘Li Îmraliyê pêkanîna nebaş tuneye, ji ber sedemên ne destê wan de ev pirsgirêk tên jiyîn’.
 
Piştî erdhejê biryar bidin DDB’ê
 
Piştî erdheja navenda wê Mereş bû pêk hat parêzeran ji bo bi muvekîlê xw ere hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Saziya Înfazê ya Îmraliyê dan. Lê bersivek nehat dayîn û parêzeran di 14’ê Sibata 2023’yan de serî li dadgeha înfaza Bursayê dan. Parêzeran ku encamek ji vir negirtin di 16’ê Adarê de serî li DDB’ê dan.
 
Hevdîtina dawî ya telefonê hat birîn
 
Abdullah Ocalan yekem car di 27’ê Nîsana 2020’an de ji mafê hevdîtina telefonê fêde girt. Di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinek kir û telefon di nîvê de hatibû birîn.
 
Parêzer 4 sal in nikarin hevdîtinê bikin
 
Parêzerê Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan şûnde di 2-22’yê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muvekîlên xwe re hevdîtin kirin. Parêzer ji wê dîrokê heta niha nikarin hevdîtinê bikin.
 
Tirkiye rapora CPT aşkera nake 
 
CTP di 20-29’ê Îlona 2022’yan de hat Tirkiyeyê û der barê serdanê de di 3’yê Cotmeha 2022’an de daxuyaniyek da û gotibû di nav saziyên ku serdana wê kirine de Îmrali jî heye. Tevî hemû hewldanan der barê rewşa Abdullah Ocalan û serdanê de tu agahî nehat dayîn. Rapor ji aliyê Tirkiyeyê ve nehat aşkerakirin.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrin di 25’ê Adara 2023’yan de daxuyaniyek da û got serî li Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daye û li dijî vê biryara tedbîrê hatiye dayîn û got divê demildest hemû maf bikevin bin ewlehiyê.
 
Her wiha parêzeran di 26’ê Hezîranê de jî daxuaniyek dan û diyar kirin ku divê Wezareta Dadê li gorî biryarên NY’ê tevbigere.
 
Serlêdana ji bo erdhejê hat redkirin
 
Li aliyê din parêzeran 5’ê Kanûna 2023’yan piştî redhêja li Mudanyayê di 4’ê Kanûnê de pêk hatibû serlêdan kiribûn lê hatibû redkirin.
 
Perêzeran herî dawî di meha tebaxa 2023’yan de serî li CPT dan û hişyariya dibe ku sibê dereng be û bikevin hewldanê kirin û gotin divê ev dijhiqûqî bidawî be.
 
Rêxistinên maf û hiqûqê di 12’yê Çile de serlêdan kirin. Ji 35 baroyî hezar û 330 parêzerî di 22’yê Çile de li Amedê daxuyaniyek dan û ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalanserî li wezareta dadê dan. 
 
Rojeva delegasyonê azadiya fîzîkî bû
 
‘Delegasyona Navneteweyî ya Li dijî Tecrîdê û Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ ku 8 parlamenterî pêk dihat di 20’ê Sibatê de hatin Stenbolê û di serdanên du rojan de çû serdana gelek saziyan û rojeva esas azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû.
 
Ji 8’ê Adarê heta Newrozê azadiya fîzîkî qêriyan
 
Ji 8’ê Adarê heta Newrozê li Kurdistan, Tirkiye û her çar alî cîhanê çalakî û bername pêk hatin û hat xwestin ku tecrîd bidawî be.
 
Gel û hiqûqnasên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocala pêk bê têkoşîn û hewldanên xwe didomînin.