Jina hewl dan wê qetil bikin travma ji ser xwe navêtiye!

  • 09:03 25 Adar 2024
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Rojên borî jina bi navê Z.Ş. ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû hewl hat dayîn bê qetilkirin û bi giranî birîndar bû. Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Kaya ku çû nexweşxanê Z.Ş. ziyaret kir diyar kir ku bûyer li ber çavê zaroka wê pêk hatiye û rewşa jinê û malbata wê gelek xerabe.
 
Di rojên borî de li Wanê li Kolana Îskeleyê jina bi navê Z.Ş. ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû hewl hat dayîn bê qetilkirin. Bi mudaxaleya keên derdorê Z.Ş. xilas bû. Gumanbar hat binçavkirin lê agahiyên nasnameya wî hatin veşartin. Z.Ş. ku ji gelek cihê bedena xwe birîndar bû rakirin beşa giran a nexweşxaneyê.  Hat hînbûn ku Z.  her tim tundiya sistematik dîtiye û bi kuştinê hatiye tehdîdkirin. Gumanbar roja bûyerê hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. 
 
Aktîvîsta TJA’ê çû serdana Z.Ş.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kaya li nexweşxanê piştî Z.Ş. ziyaret kir ji ajansa me re axivî û got: “Gumanbar ji polîtîkayên bêcezahiştinê hêz girtiye. Yek ji stû, 10 darbeyên kêrê li Z xistiye. Piştre Z radikin beşa giran a nexweşxaneyê. Me hewl da em Z bibînin  û herî dawî em çûn serdana wê. Di alî psîkolojîk de rewşa wê qet ne başe. Rewşa malbatê nebaşe. Bûyer li ber çavê zarokê wê pêk hatiye. Psîkolojiya zarok jî nebaş e.”
 
‘Gumanbar û kujer ji hev cesaretê digirinin’
 
Zeynepê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gumanbar û kujer ji polîtîkayên bêcezahiştinê cesarete digirin. Dema derdikevin pêşberî dozger û dadger kravatan dikin stuyê xwe û ji rewşa baş ceza ji bo wan tê kêmkirin. Qanûnên ku desthilatdariyê derxistine mexdûran naparêzin. Hemû cîhan şahidê vê ye. Ev raste rast mêran diparêzin. Em bang li hemû saziyan dikin, li her kesî dikin ku li cem jinan cih bigirin.”
 
‘Divê em têkoşînê bimeşînin’
 
Zeynepê daxuyakirin ku kuştinên jinan her diçin zêde dibin û ev nirxandin kir: “Em dest ji têkoşînê bernadin. Her roj jin tên qetilkirin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Em ji hemû jinan û saziyan piştgiriyê dipên. Divê kujer ceza bigirin û ji bo vê çi ji destê me bê divê em bikin. Em ê bi hev re biserkevin. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku em jin, mafdarin û em ê bi hev re bi ser kevin.”