Xwebûn bi hejmara 223'yan gihaşt ber destê xwînerên xwe

  • 09:02 25 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket.
 
Hejmara 223’yan a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ gihişt ber destê xwînerên xwe. 
 
Rojnameya Xwebûnê di vê hejmara 2023’yan de cih da encama  pîrozbahiya Newrozê. Rojnameyê di surmanşetê de hevpeyvîna ku bi Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed re li ser pergala hevserokatiyê hatiye kirin derxist pêş û cih da sernavê “Pergala hevserokatiyê jiyanî ye”.  Rûken Ehmed tîne ziman ku fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser jinan bandor kiriye û wiha dibêje: “Her ku pergala hevserokatiyê di nava hemû qadên civakê de pêş dikeve, ew qas hişmendiya paşverû tê guhertin û hişmendiya civaka demokratîk pêş dikeve. Fikir û tehlîlên Rêber Apo yên li ser jinan bandor li hemû jiyana jinan kir. Ev bandor derî li pêşiya jinan vekir ku jin karibin tev li qada siyasî, leşkerî û hemû civakê bibin.”...
 
Rojnameyê di bin manşete de jî cih da nirxandinên Serekê Rêxistin û Cematanên Fîlîstînî yên Ewropayê George Rashmawî. Rashmawî diyar dike ku Abdullah Ocalan kurd azad kirine.