TJA di ‘sifreya rojê de’ bi jinan re hat gel hev

  • 21:05 24 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Bi pêşengiya  TJA’yê, bi wesîleya meha Remezanê ‘Sifreya Rojê’ hat avakirin û jin di fitarê de hatin gel hev.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Amedê  di buroya hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de di xwarina fitarê de bi jinan re hat gel hev. Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya, namzeta hevşardariya Rezan Leyla Ayaz û gelek jin û zarok di fitarê de hatin gel hev. Leyla Ayaz beriya fitarê axivî û da zanîn ku wê di 31’ê Adarê de jin biserkevin.
 
Piştî tifarê jinan li ber muzîkê govend gerandin. Li aliyê din jî li Peyasê jin di sifreya fitarê ya DEM Partiyê de hatin gel hev.