Di Newroza Enqereyê de daxwza rakirina tecrîdê hat kirin

  • 15:49 24 Adar 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Di pîrozbahiya Newroza li Enqereyê de ku bi hezaran kes tevli bû daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Enqereyê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Anitparkê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevli bû. Tevlibûna zêde ya ciwan û jinan bal kişand. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji zindanan re” hate berzkirin. 
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî nameya namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak hate xwendin. Piştre jî namzetên din ên DEM Partiyê yên bajar li ser dikê hatin vexwendin.
 
Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Enqereyê Ozturk Turkdogan di pîrozbahiyê de axivî û got: “DEM Partî ne tenê ya kurdan, partiya çepgir û sosyalîstan e. Partiyê hemû kesên cihêkarî lê tê kirin e. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Ji bo vê jî divê DEM Partî xurt bibe. DEM Partî ji bo Enqereyê vebijêrkeke çep e.  Em tenê ji bo DEM Partiyê deng dixwazin.”
 
Ji Pervîn Buldan berteka li dijî tecrîdê 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan jî gel silav kir û Newroza wan pîroz kir. Pervînê, diyar kir ku heqîqeta li qadên Newrozê derketî holê pirsgirêka kurd e û wiha domand: “Tişa li van qadan derdikeve holê aştiya Tirkiyeyê ye. Gultan Kişanak îro girtî ye û sedema wê jî pirsgirêka kurd e. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêka kurd e.” 
 
Di berdewamê de pervînê bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û ev tişt anî ziman: “Îro ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, bi hezaran girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Ez wan silav dikim. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em li vir careke din bang dikin; tavilê tecrîdê rakin û bila birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo rakirina tecrîdê girtî di grevê de ne, dayik nobetê digirin û meşên azadiyê tên lidarxistin. Lê Enqere kerr û lal e. Em ê bersiva herî mezin li ser sindoqan bidin wan.” 
 
Pîrozbahî bi stranên Şîlan Dora û bi govendê bi dawî bû.