'Piştî erdhejê xeyal û hêviya me ji bo pêşerojê nemaye'

  • 09:05 24 Adar 2024
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
SEMSÛR - Bahar Abuş ku piştî erdehejê ji Semsûrê derket dû re ji ber sedemên aborî vegeriya Semsârê got: “Pêşeroja me tuneye em ê çawa ji bo zarokên xw pêşerojekê amade bikin? Xeyal û hêviya me ji bo pêşerojê nemaye.”
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê mereş erdhejek pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Yek ji van bajarên ku herî zêde bi bandor bû Semsur bû. Semsûr hîna jî venegeriyaye jiyana normal. Welatiyên ku xaniyên wan kêm xesar dîtiye bi şans tên dîtin û ligel vê welatiyên di konteyniran de dijîn, zehmetiyên mezin dijîn.
 
Li gorî daneyên TUÎK’ê yên sala 2021’ê de nifûsa Semsurê 632 hezar û 549 bû û li gorî yên fermî li Semsurê 8 hezar û 387 kesî jiyana xwe ji dest daye û 17 hezar û 499 kes jî birîndar bûne. Li gorî daneyên fermî 5 hezar û 826 avahî jî hilweşiyane, 8 hezar avahî jî zirarek giran dîtine.
 
Li Semsurê li 38 nokteyê nêzî 16 hezar konteynir hene û 56 hezar erdhejzede li van konteyniran dijîn. Welatî di alî xwegîhandina hewcedariyan de pirsgirêkan dijîn û ji ber nebûna nexweşxane û saziyên tenduristiyê welatî pirsgirêkan dijîn.
 
Yek ji pirsgirêka din jî binesaziye. Ji ber nebûna binesaziyê û ji ber ne saxlimin pisgisrêkên av, ceyran û her wekê din tên jiyîn. Zivistanê  ji ber şiliyê av dikeve konteyniran. Havînê jî gelek germe.
 
Jina bi navê Bahar Abuş (30) di erdhejê de mala xwe winda dike û diçe derveyê bajar cem xwişka xwe. Piştre ji ber aboriyê bi malbata xwe re şûnde vedigere Semsûrê û bi mehan di konteynirê de dimîne. Bahar Abuş zor û zehmetiyên li konteynirên ‘Qada Jiyana K-8 a Cendere ya Semsurê TPAO’ dijî vegot. Baharê da zanîn ku tevî zanîngeh qedandiye nehatiye tayînkirin û li zaroka xweya biçûk dinêre û hevjînê wê pîşeya serbest dike.
 
Piştî erdhejê koç dikin
 
Bahar diyar dike ku erdhejê de xaniyê wan zirarek mezin dîtiye, sê rojên ewil yên erdhêjê tî û birçî di wesayîtê de mane û got: “Em çûn Mêrsînê ji wir jî çûn Kastamonuyê. Sê mehan em li wir man. Piştre em vegeriyan Semsûrê. Em bi xizmên xwe li gundê Çamliyayla ya Bulam a Çelîkanê bicih bûn. Me serî konteyirê da. Piştî mehan şûnde derket. Piştî em bicih bûn tu alikariyek nehat dayîn. 5 mehe em dikonteynirê de ne.”
 
‘Bi 5 hezarî em çawa kirê bidin’
 
Baharê wiha dawî lê anî: “Semsur di erdhejê de gelek xera bû. Konteynir dan me. Tevî hemû zehmetiyan em şukur dikin. Em 5 kes di odeyekê de dimînin. Qada me ya taybet tune. Em bi kilîmayê germ dibin. Dem aceyran diçe sar dibe. Pirsgirêka avê heye. Alavên wan ji ber nebaşin hema xera dibin.  Kesên li malên xwe dijîn jiyana di konteyniran de fêm nakin. Siyasetmedar rayedarên dewletê vê fêm nakin. Jiyana vir zehmete. Em nizanin ji vir şûnde wê çi  bibe. Dibêjin TOKÎ tên çêkirin lê her kes nikare bigire. Em kesên di kirê de wê çi bikin. Aborî pir xerabe. Em di şertên baş de debarê dikin. Kirê ji 10 hezarî destpê dikin. Lê 5 hezar alîkariya kirê didin. Gem ê çawa bi 5 hezarî kirê bidin? Alavên me ji xwe çûn. Em xanî kirê bikin alav tune ne. Ji derve konteynira çawa xuya dikin nizanim lê ne başe.”