ROJEVA 24'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 24 Adar 2024
  • Rojev
 
* Namzeta hevşaredariya DEM Partiyê ya Bakirkoyê Elîf Tokay Ozturk ku jiyana xwe bi têkoşîna jinê hûnandiye, bi biryare bi DEM Partiyê re bi feraseta şaredariya azadixwaz a jinê navçeyê li rengê mor bixemilîne. BI DÎMEN 
 
* Bahar Abuş ku piştî erdehejê ji Semsûrê derket dû re ji ber sedemên aborî vegeriya Semsârê got: “Pêşeroja me tuneye em ê çawa ji bo zarokên xw pêşerojekê amade bikin? Xeyal û hêviya me ji bo pêşerojê nemaye.” BI DÎMEN 
 
*  Newroza 2024’an li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Li qadan dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Jiyan jiyan azadî" bilind bû. Di pîrozbahiyên Newrozê de bêguman azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwestin û têkoşîna jinan a di vir de girîng bû. Ev daxwaza ku ji aliyê gelan ve hat qîrîn gelo di çapemeniya alîgir de çawa hat dîtin. MEDYA KRÎTÎK
 
*Rêxistina DEM Partî ya Agiriyê di 25’ê Adarê de “Newroza Mezin a Agiriyê û Mitînga Fînalê” li dar bixe. Hevseroka DEM Partî ya Agiriyê Ayşe Karakûş, ji bo mitîngê bang kir û got, “Werin em bi rihê 8’ê Adarê û Newrozê li qadê bin.” BI DÎMEN