Li Tetwanê bi girseyî serdana esnafan hat kirin

  • 20:49 23 Adar 2024
  • Ramyarî
BEDLÎS - Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ku di serdana dikandaran de axivî, got: "Divê em hemû dengên xwe yên helal li dijî dengên heram bi kar bînin û pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin." 
 
Rêxistina Navçeya Tetwanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi girseyî serdana dikandarên Tetwanê kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê û namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş, namzetên Hevşaredariyê yên Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemir û Mûmîn Erol û gelek endamên partiyê beşdarî serdanê bûn.
 
Girse ji bilî dikandarên li Kolana Cumhûriyetê, serdana dikandarên Navenda Danûstendinê 2'yan jî kir. Endamên partiyê ku rastî eleqeyeke mezin a dikandaran hatin, diyar kirin ku ew guh didin pirsgirêkan û talibê dengên we ne. Meral di serdanê de axivî û diyar kir ku AKP’ê hilbijêr veguhastine Tetwanê û got: “Desthilat bi dengên dijhiqûqî dixwaze vîna gel xesp bike. Ez bang li hemû gelê Tetwanê dikim; ji kerema xwe di 31'ê Adarê de werin vir û dengê xwe bidin. Ger hûn bi kar neynin, dibe ku em Tetwanê winda bikin û ji bîr nekin, divê em hemû dengên xwe yên helal li dijî van dengên heram bi kar bînin û rê li ber hilbijêrên sexte bigirin. Eger îmkanên we tune bin, teqez serî li rêxistinên me yên navçeyê bidin."