Çalakvanên Nobeta Edaletê: Dê têkoşîna me bidome

  • 16:39 23 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol, Êlih û Mêrdînê çalakiya Nobeda Edaletê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” didome. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Stenbol 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê hatiye destpêkirin, di roja 103’yan de li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sûltangaziyê dom kir. Xizmên girtiyan pêşmalkên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “ Bê Serok jiyan nabe”  û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Esenler û Bakirkoyê û ANYAKAYDER’ê hatin serdana çalakvanan. Xizmên girtiyan û kesên hatin serdanê gotin ku heta tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê rakirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Esenlerê Yildiz Eren di çalakiyê de anî ziman ku divê êdî gel şiyar bibe û bi rakirina tecrîdê civak bêhnekî bistîne. Eren, xwest ku hemû kes piştgiriyê bide çalakî û daxwazên xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê. 
 
Êlih 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 52’yan de li avahiya DBP’ê dom kir. Aktîvîstên TJA’yê û rêxistinên DBP, DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Nobet, bi stranan bi dawî bû. 
 
Mêrdîn 
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 76’emîn de berdewam kir. Îro çalakiya nobetê, xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji navçeya Stewrê hatine, dewr girtin. Gelek kes hatin serdana çalakgerên nobetê. Di nobetê de stran hatin, ser rojevê nîqaş hatin meşandin. 
 
Ji endamê Komeleya Wejekarên Kurd Ahmet Çelîk serdana Nobeta Edaletê kir û anî ziman ku ew ê li cem malbatên ku çalakiyê didomînin bin û wiha got: “Tecrîd ne tenê li Tirkiyeyê û Kurdistanê, li her derê cîhanê li dijî mirovahiyê sûc e. Dema sûcê li dijî mirovaniyê tê gotin, dikare li Cîhan û Tirkiyeyê gelek mînak werin dayîn. Lê belê li Tirkiyeyê ser girtiyên me, siyaseta me û gelê me polîtîkayeke taybet tê meşandin. Ji ber wê, vî barî tenê ser pişta dayikan dana meşandin, ne helwesteke rast e. Divê tevahiya gelê me were cem hev û bi hev re bêjin ku em vê siyasetê qebûl nakin. Divê em bi hev re li dijî vê tecrîdê derkevin. Em vê tecrîda derveyî mafê mirovan û exlaqê qebûl nakin. Em tecrîdê şermezar dikin û piştgiriya malbatên xwe dikin. Serkeftinê dixwazin.”