Ji Newroza Şemzînanê: Ronahiya rojê têra me hemûyan dike

  • 16:09 23 Adar 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Şemzînana Colemêrgê li gel baranê, Newroz bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin û di pîrozbahiyê de wiha hat gotin: "Ronahiya rojê têra me hemûyan dike." 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Şemzînan a Colemêrgê, bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin. Xelkê navçeyê bêyî guh bide baran û heriyê herikî qada Newrozê ya Pêsanê. Welatî bi kiras û fîstanan, bi şel û şepikên xwe tev li bûn. Tevî baranê jî coşeke mezin hebû. Qada Newrozê bi alên DEM Partiyê û flalamayên kesk, sor û zer hatibû xemilandin. Her wiha pankart û dovîzên “Rabe DEM hat”, “Dem Dema Şemzînan’ê ye”, “Hezar silav ji zindanan re”, “Jiyan em in yên birêve dibin dê em bin”, “Ne ronahiya ampûlê, ronahiya rojê têra me hemûyan dike” û “Dem dê were, dewran dê biguhere” hatin vekirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan azadî” û “Şemzînan bi ser serbilind e” berz kir. 
 
Namzeta DEM Partiyê ya Şemzînanê Nazdar Opengîn di pîrozbahiyê de hêvî kir ku Newroz bibe wesîleya aştiya gelan û got ku Newroz roja serhildana li dijî Dehakan e. 
  
Namzetê hevşaredariyê Naîf Erogûz jî da zanîn ku ev zêdetirî 2 meh in mal bi mal digerin û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de şaredariya xwe ya bi hîleyan hatiye standin bigirin û diyarî gelê xwe bikin.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez jî gel silav kir û ev tişt anî ziman: “Di vê roja Remezana mibarek de AKP bêyî ji xwedê bitirse, li dijî kurdan polîtîkayên qirêjî dimeşîne. AKP di wesayîta hilbijartinê de stranên kurdî vedike. Yê nezane jî dê bibêje qey kesên li Meclisê kurdî qedexe dikin AKP nîne, yên konserên kurdî qedexe dike AKP nîne.” 
 
Piştî axaftinan jî Hozan Serwan, Hozan Cevdet Şemzînî, Adem Şemzînî û Îzzet Şemzînî derketin ser dikê û coşa pîrozbahiyê derxistin lûtkeyê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.