Ji bo Newroza Rihayê peyama girtiyan

  • 15:53 23 Adar 2024
  • Rojane
 
RIHA - Pîrozbahiya Newroza Rihayê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serekftinê ye” bi coşeke mezin pêk hat. Girtiyan ji bo Newroza Rihayê pêyam şand û gotin: "Em Newrozê li we hemûyan pîroz dikin û we hemûyan vedixwînin berxwedan û têkoşîna hevpar. Yan azadî yan azadî."
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Rihayê ku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serekftinê ye” li Stadyuma 11 Nîsanê tê lidarxistin, bi tevlibûna bi hezaran kesan pêk hat. Bi deh hezaran kesên ku qad tije kirin bi dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin û dengê wan li qadê olan da. 
 
Di pîrozbahiyê de nameya girtiyan hat xwendin. Di nameyê de wiha hat gotin: "Komara ku bi keda gel hatiye avakirin ji bilî zilmê tu tişt ji bo me neanî. Vê komarê heta îro ji dijminatiya Kurdistanê û gelên wê tawîz nedaye. Ji bo vê jî komara ku ji gelên din re 'azadî' anî, ji kurdan re ji bilî mirin, talan û qirkirinê tiştek din neanî. Serok Apo ku ji vê pergalê re got raweste. Mîrateya Şêx Seîd û Seyît Riza girt. 
 
Di dîroka gelan de yekem car li dijî dewletî bi paradîgmayekî derket pêş. Ji ber vê yekê wek Nimrûdî rastî xezebê hat û 25 salan di bin şert û mercên îşkenceyê de dîl hat girtin. Divê her kes bizane ku êdî em nikarin tehemûl bikin. Ji ber vê yekê em, zarok, rêheval û birayên we; em ketin greva birçîbûnê. Pêwîste her kes li dora nirxên kolektîf ên Kurdan û azadiya Rêbertî bicive. Zindan çiqas sar bin û hucre çiqas tarî bin jî, agirê ku di nava me de dişewite, qet namire û giyanê me sar nabe. Em Newrozê li we hemûyan pîroz dikin û we hemûyan vedixwînin berxwedan û têkoşîna hevpar. Yan azadî yan azadî." 
 
Newroza Riha ya ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, bi derketina ser dikê ya Koma JinMA bi dawî bû. 
 
Di Newrozê de dirûşmeyên berxwedanê kêm nebûn, bi hezaran bi stranên Kurdî govend gerandin.