Li Girê Miştenûr ya Kobanê Newroza azadiyê

  • 16:35 22 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran ji şêniyên kantona Firatê li girê Miştenûr kombûn û bi coşeke mezin Newroza 2024’an pîrozkirin. Şêniyên kantonê peyam dan ku dê bi xurtkirina têkoşînê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bidest bixin.
 
 Piştî çalakiyên demdirêj yê ji bo cejina Newrozê, îro şahiya mezin li Miştenûra Kobanê bi amedebûna bi hezaran şêniyên kantona Firatê pêk hat. Newroza di bin diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji ber rewşa hewayê taloqî roja 22'yê Adarê hat kirin ku îroj bi tevlîbûna gel ya bi cih û bergên gelêrî hat pîrozkirin.
 
Tevî ku dewleta tirk sehneya bingehîn ya Newroz di encama bombebaranê de rûxandin, sehneyek altrnatfî hat amedekirin.
 
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin, pişt re agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat pêxistin û geşkirin. Paşê perspektîfên  Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin û pişt re gelek axaftin hatinkirin ku di nav de peyamên Newrozê hatin dayîn.
 
Endama kordînesyona Kongreya Star ya kantona Firatê Peyman Elûş axivî û wiha got: “Newroza îsal ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye ku di çarçoveya pêngava ‘Ji rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî tê birêxistinkirin. Lewra em dikarin bêjin Newroza 2024’an xwedî taybetmendî û rihekî têkoşînê yê cuda ye. Aloziya ku Cîhan têre derbas dibe û roj bi roj kûr dibe, çareseriya wê bîrdozî û perespektîfên Rêber Apo ne, lewra girîng e ku em bikarbin di vê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya serok misoger bikin. Em jî weke gel û jin soza bi agirê Newrozê re nû dikin ku emê di kampaniyaya ji bo Rêber Apo de rola pêşeng bilîzin û di demeke nêz de şahiya azadiyê li gel Rêber Apo pîrozbikin.”
 
Her wiha hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî jî wiha axivî: “Me weke gelê Kobanê di têkbirina Rêjîma Baas de ji girê Miştenûr dest pê kir û vaye em îroj careke din li heman cihê bi têkoşînê dagirtirî kom dibin û agirê şoreşê bi hev re geş dikin. Me weke malbatên şehîdan biryara serxistina şoreşa azadiyê daye, lewra em di bicihanîna soza xwe de bi îsrar in. Cejina me ya neweteî jî derfet e ku em xwe di vê biryardê de kilît bikin û misoger bikin. Em weke gelê Kobanê ku me roj û şevên xwe veguherandiye berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê, em silavên xwe ji bo mîmariyê bîrdoziya azadiyê Rêber Apo dişînin û em domandina doza wî teqez dikin.”
 
Bernameya şahiyê bi bernameyên hûnerî yên koma Gîvara, hunermend Silava Bozo, peymangeha Vejîn, hunermend Baran Dilbihar, koma govendê ya şehîd Şîlan, Aycan Kobanê, şehîd Barîn, Koma Botan berdewam kir. 
 
Gel bê navber govend gerandin û diruşmên “Bê serok jiyan nabe”, “Berxwedan jiyan e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin' hatin berzkirin.
 
Newroz bi gerandina govend û tilîliyên jinan bi dawî bû.