Li Kobanê û Helebê coşa Newrozê

  • 14:12 22 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê û Helebê Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. 
 
Duh ji ber barîna zêde ya baranê, şahiyên Newrozê li Kobanê û Helebê hatibûn taloqkirin. Îro şênî li her du deveran berê xwe dan qadên Newrozê.
 
Kobanê 
 
Ji saetên sibehê ve pêkhateyên kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gund, bajarok û navçeyên kantonê ber bi qada Newrozê ya li girê Miştenûrê yê Kobanê ve herikin.
 
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partî û mêvan ji Minbic û Reqayê tevlî şahiyê bûne.
 
Di destpêka şahiyê de malbatên şehîdên agirê Newrozê dadan.
 
Di pîrozbahiyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, Kongra Star, Meclisa Girê Spî, Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin werin kirin û bernameyên hunerî wekî şano, stran û govend bên pêşandan.
 
Heleb 
 
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê yên Kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî û Ereb, Suryan û Tirkmen, endam û nûnerên partiyan, saziyên sivîl û mêvan ber bi qada Newrozê ve herikin. Her wiha mêvan ji derveyî her du taxan, kesayetên serbixwe û helbestvan Ferhad Merdê jî tevlî şahiyê bûn.
 
Dayikên şehîdan agirê Newrozê dada. Dê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo, endama rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatme El Hesîno biaxivin. Her wiha komên çandî dê berhemên xwe pêşan bidin.