Li Îzmîrê 3 jê zarok 90 kes hatin binçavkirin

  • 19:20 21 Adar 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê vê sibehê di sedegirtina malan de 3 jê zarok 90 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinê jî dirûşmeyên di Newroza di 17’ê Adarê de hatine berzkirin û flamayên bi stêrk in. Hat hînbûn ku ji zarokan yek astendar e.
 
Piştî Newroza li Îzmîrê bi sre malan de hatibûn girtin û ji 35 kesên hatibûn binçavkirin  6 kes hatin girtin û kesekî ji Sûriyeyê biribûn Navenda Şûnde Şandinê ya penaberan.Duh jî ji ber pîrozvahiya Newrozê 6 kes hatin binçavkirin. Vê sibehê jî 3 jê zarok 90 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinê jî dirûşmeyên di Newroza di 17’ê Adarê de hatine berzkirin û flamayên bi stêrk in. Hat hînbûn ku ji zarokan yek astendar e.
 
Hat hînbûn kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Çankaya. 
 
Kesên hatine binçavkrin wihane: Meral Sarioglu, Sevda Bayhan, Feride Kaya, Beyza Haylaz, Aygun Açil, Beyzanur, Leyla Îlhan, Suheyla Akan, Guneş Tungay, Çiçek Yuksel, Nalin Keskîn, Munevver Akan, Çigdem Yuksel, Hatayi Dogan, Diyar Akbay, Hacire Akan, Çimen Karaaslan, Azime Yildirim, Sibel Dalmiş, Diyar Altan, Suleyman Gurhan, Meryem Kayri, Hatice Kurt, Abdulsamet Kaynak, Yurdanur Erdem, Mehmet Kizil, Canan Yildiz, Nuri Ayhan, Ozlem Haylaz, Azat Uçar, Halime Durdu, Nazli Alhan, Zilan Çiftçi, Yonca Gokmen ,Yucel Îşçi, Bedran Yilmaz, Huseyin Kizil, Berat Gunay, Eyup Yildiz, Erkan Toktay, Anil Yilmaz, Serhat Balek, Murat Aksoy, Mevlıde Çelik, Hacira Akan, Mihaliye Duman, Adnan Gur, Davut Ertugrul, Sulo Acar, Muhammed Kizil, Azîm Ozan