Li 8 navendên Rojava pîrozbahiya Newrozê bi dawî bûn

  • 16:26 21 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiyên Newrozê yên li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi stran, şano û dîlanan bi dawî bûn.
 
Li 8 navnedên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hat pîrozkirin.
 
Pîrozbahiyan saet 11.00’an li gundê Mamşûr ê Dêrikê, gundê Helîq ê Girkê Legê, gundê Dirêcîkê yê Tirbespiyê, bajarokê Hîmo yê Qamişloyê, gundê Çaxirbazar ê Amûdê, Sed Xerbî (Bendava Rojava) ya li Hesekê, gundê Çolbistan ê Dirbêsiyê û stadyuma Beledî ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
 
Di pîrozbahiyan de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bidawîkirina dagirkeriya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avakirina Sûriyeke pirreng a nenavendî gelek peyam derketin pêş.
 
Di peyaman de hate diyarkirin ku dê Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan. Her wiha berxwedan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrişan hatin silavkirin û ev berxwedan wek berdewama berxwedana Kawayê Hesinkar, Mazlûm Dogan û Sema Yuce hat destnîşankirin.
 
Di axaftinan de îşaret bi projeya Rêveberiya Xweser hate kirin û hate destnîşankirin ku ev proje ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bidawîkirina dagirkeriyê ya herî guncaw e.
 
Di dawiya pîrozbahiyan de komên stran, şano û dîlanan daketin ser dikê û hunerên xwe nîşan dan. Li ber stranan jî govend hate gerandin.