Li Reqayê bi coşek mezin Newroz hat pîrozkirin

  • 15:30 21 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiya Newroza Reqayê de hate gotin Newroza 2024’an dê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 
 
Newroza li bajarê Reqayê bi beşdarbûna bi hezaran kesî li Stadyuma Beledî hat pîrozkirin. Piştî pêxistina meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê ve, bernameya pîrozbahiyê dest pê kir.
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em Newrozê cejna vejîn, azadî, sembola serketina heqiyê li gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Çerkez û Tirkmen pîroz dikin."
 
Di dewama pîrozbahiyê de bi navê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê hevserokê meclisê Xalid Berkel axivî. Xalid li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û wiha got: "Her sal di 21’ê Adarê de serdema berxwedan û çanda azad li hemberî hemû cureyên zilm û zordestiyê nûjen dibe." 
 
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Buseyna Ebdo diyar kir ku di Newrozê de îradeya gelan a ji bo azadî û aştiyê nûjen dibe.
Buseyna Ebdo bal kişand ser berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Berxwedan û sekna gelê me ji dagirkerên Tirk û tevahî dijmnên gelên azadîxwaz re îsbat kirin ku her tim îradeya gelan bi ser dikeve û planên dijmin têk diçin."
 
Buseyna Ebdo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Em ê Newroza 2024’an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Azadî û demokrasiyê bi pêkanîna azadiya wî ve girêdayî ne. Meşaleya Kawayê Hesinkar di rihê me de pêxistî ye. Em hêvî dikin ku Newroz bibe destpêka qonaxeke nû ya têkoşîn, hezkirin û aştiyê heta ku Sûriyeke demokratîk a nenavendî mîsoger bikin."
 
Pîrozbahî bi çalakiyên hunerî û gerandina govendê dewam dike.