Li Hesekê agirê Newrozê mezin bû

  • 14:43 21 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê û Dirbêsiyê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin û banga berdewamiya têkoşînê hat kirin. 
 
Şêniyên Hesekê û navçeya Dirbêsiyê bi coş diherikin qadên Newrozê. Li Hesekê şahiya Newrozê li herêma Bendava Xerbî û li navçeya Dirbêsiyê jî li gundê Col Bistan e. 
 
Hesekê
 
Li Newroza Hesekê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Şedadê Refet Derwêş axivî û got: "Gerîla agirê Newrozê bi çalakiya xwe ya li dijî artêşa Tirk a dagirker, careke din gur kir. Dîmenên çalakiyan, israr û biryardariya gerîla ji bo têkbirina dagirkeriyê nîşan didin."
 
Her wiha hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman axivî û Newroz li gelê Sûriyeyê pîroz kir û têkoşîna gelê herêmê û dayikên şehîdan silav kir.
 
Newroz bi coşek mezin bi gerandina govendê berdewam kir. 
 
Dirbêsiyê 
 
Li Newroza li gundê Çolbistan ê navçeya Dirbêsiyê hatiye lidarxistin, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got, Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de li hemberî siyasetên qirkirin û dagirkirinê li ber xwe da.
 
Rîhan Loqo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser  Abdullah Ocalan û diyar kir ku armanca tecrîdê ew e ku Abdullah Ocalan ji gel dûr bixin û gel stû ji pergala kapîtalîzmê re xwar bike.
 
Rîhan Loqo bi bîr xist ku dewleta Tirk êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ku bi salan şerê DAIŞ’ê kirine û ji bo azadiyê tê dikoşe, dike. Rîhan bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.
 
Rêveberê Meclisa Kantona Cizîrê Şiyar Mihemed jî got PKK’ê bi pêşengiya Abdullah Ocalan Newroz li Kurdistanê û cîhanê nûjen kir û wiha axivî: "Tu kes nikare gelê me yê berxwedêr bişkîne."
 
Piştî axaftinan komên çandî û hunerê berhemên xwe pêşkêş kir û beşdaran govend gerand.