Ji qada Newroza Amedê 'Bijî Serok Apo' olan dide

  • 14:05 21 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Pîrozbahiya Newroza Amedê bi coşeke mezin bi dirûşma “Bijî Serok Apo” didome. Mêvanên ji bo Newroza Amedê hatibûn li protokolê govenda Newrozê gerandîn. 
 
Pîrozbahiya Newroza Amedê ku zêdetirî milyonek kes tev li bûye bi coşeke mezin didome. Hejmareke zêde ya mêvanan jî di Newrozê de cihê xwe girtin. Herikîna qada Newrozê ya bi devî re tejî bûye. Bi hezaran kesên li noxteyên kontrolan kom bûne hewl didin bikevin qadê. Di pîrozbahiya ku coşa wê her ku diçe zêde dibe de dirûşma “Bijî Serok Apo” bilind dibe. 
 
Protokol li rex dikê hatiye danîn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Dmeokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê Sezaî Temellî, Gulistan Kiliç Koçyîgît, endama MYK’a DEM Partiyê Ebrû Gunay, nûnerên TJA’yê, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û siyasetmedara kurd Leyla Zana di protokolê de cihê xwe girtin. 
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, malbatên Mehmet Hayrî Durmuş, Mazlum Dogan, Sêvê Demîr û Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din di protokolê de cihê xwe girtin. 
  
Siyasetmedarên ku li protokolê cihê xwe girtin, di dema pîrozbahiyê de li ber stranan ketin bin milên hev û govenda Newrozê gerandin.