Li Amedê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 11:52 21 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serketinê ye" li Parka Newrozê ya Rezanê tê lidarxistin, agirê Newrozê hat pêxistin. 
 
Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin, niha li qada Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê tê pîrozkirin. Coşa Newrozê ya di saetên serê sibê de dest pê kir, li çar aliyê bajêr belav bû. Ji gelek aliyên bajêr ve bi deh hezaran mirov ber bi qada Newrozê ve diherikin. Agirê Newrozê hat pêxistin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi coş dewam dike.