ROJEVA 21'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 21 Adar 2024
  • Rojev
 
*Nûjiyan bû şahidê êrişên DAIŞ’ê û berxwedana jinên êzidî ya li dijî DAIŞ’ê. Nûjiyan bû dengê jinên êzidî. Endama TAJÊ Neam Îlyas, diyar kir Nûjiyan li Şengalê kedek mezin da û got: "Keda ku li vir ji bo azadiya êzidiyan hat dayîn û şehîdên ku hat dayîn divê neyên jibîrkirin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka DEM Partîya Êlihê Songul Korkmaz da modela hevserokatiyê ya ku DEM Partî diçe hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha got: “Bi vê modelê jin hem di siyassetê de hem di her qada civakê de xwe bi rehetî dide nîşandan.” BI DÎMEN