Geverê ji bo Abdullah Ocalan meş

  • 19:03 20 Adar 2024
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê piştî pîrozvahiya Newrozê bi hezaran kes li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’ dest bi meşê kirin.
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlibûna hezaran kesî Newroz hta pîrozkirin.  Piştî pîrovahiyê bi hezaran kes bi armanca balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê derbasî meşê bûn.Ji riya Yenîmahale heta sûkê 15 kîlometreyî girse bi dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘Bê serok jiyan nabe’,’Bijî berxwedana zindanan’ meşiyan. Ciwanan li dijî mudaxaleya polîsan barikat ava kirin.
 
Hat hînbûn ku gelek ciwan hatine derbkirin û binçavkirin.