Li Bajarên Tirkiyeyê coşa Newrozê

  • 16:41 20 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Coşa Newrozê mohra xwe li bajarên Tirkiyeyê jî da û bi awayekî girseyî lî gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin. 
 
Newroz li gelek bajarên Tirkiyeyê bi coşek mezin hat pîroz kirin û peyamên azadiyê hatin dayîn. 
 
Aydin
 
Li Taxa Osman Yozgatlî ya navçeya Efeler a Aydinê bi sedan kes bi rengên xwe yên kesk, sor û zer û alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan  (DEM Part)  beşdarî pîrozbahiya li Taxa Osman Yozgatlî ya navçeya Efeler a Aydinê bûn. Di dema ku jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî cihê xwe li qadê girtin, dîmenên rengîn derketin holê. Welatiyên ku tevî temenê xwe yê mezin hatin qadan li ber dikê bi nîşaneyên serkeftinê gel pêşwazî kirin. Coş û kelecana ciwanan heta dawiya bernameya Newrozê dewam kir. Girseya gel beriya destpêkirina Newrozê govend gerand û bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Li qada Newrozê bi Kurdî û Tirkî "Newroz pîroz be dema azadî û serkeftine ye", "Em qetlîamên jinan rawestînin" Em li her derê li dijî tundiya dewleta mêr, şer, xizaniyê ne" hatin nivîsandin.
 
Pîrozbahî bi sirûda çerxa şoreşê hat destpêkirin. Namzedên DEM Partiyê yên Aydin û navçeyên wê jî Newroza gel pîroz kirin. Hevseroka bajêr Neslîhan Avşar jî Newroza gelan pîroz kir. 
 
Namzeda Hevşaredariyê ya Aydinê jî gelê silav kir û Newroz pîroz kir.
 
Endama PEM'ê ya DEM Partiyê Aysel Btyar jî ji jinên girtî re silav şand. 
 
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê jî di mîtîngê de axivî û got ku ji Kurdistanê ji bo bajarên tirkiyeyê silavên xwe anîne.
 
Piştî axaftinan agir hat dadan û girseyê li ber agir govend gerand.
 
pîrozbahî bi stranan bi dawî bû. 
 
Manîsa
 
Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya ku li Qada Lale ya navçeya Yunus Emre ya Manîsayê hat lidarxistin bûn. Welatî tevî baranê herikîn qadê û bi dirûşmeyên “Newroz pîroz be” û “Jin jiyan azadî” ketin qadê. Di Newroza Manîsayê de jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî wêneyên rengîn çêkirin. Ciwanan bi cil û bergên xwe yên şal û şapik cihê xwe li qadê girtin. Di pîrozbahiyê de Pankartên bi nivîsa "Niha dema azadiyê ye, Newroz pîroz be" hatin vekirin. Girseya gel bi tilîlî û dirûşmeyan govend gerand.
 
Li dû kêliya rêzgirtinê Hevseroka DEM Partiya Manîsayê Semra Elgormûş axaftina silavkirinê kir. Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar ku piştre mafê axaftinê girt, destnîşan kir ku ew polîtîkayên şer red dikin û demokrasiyê dixwazin.
 
Piştî axaftina Mîthat Sancar agirê Newrozê li gel Dayikên Aştiyê hat dadan. Girseyê di dema ku agir pêxistin dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Pîrozbahiyê bi awazên Hunermend Hîvda Görkem û Koma Agirê Zerdeşt bi tilîlî û dirûşmeyan berdewam kir.
 
Konya
 
Li Konyayê Newroz bazara Saliyê bi tevlîbûna sedan kesan pêk hat. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê pankarta “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" hat daliqandin. 
 
Piştî rêzgirtinê pîrozbahî hat destpêkirin. Hevserokê DEM Partî ya Konyayê Molla Şîmşek axivî û gel silav kir û Newroz pîroz kir. Namzetên hevşaredara Bajarê Mezin a Konyayê Gulbahar Gulmez û Bulent Kiliç axivîn û diyar kirin ku dê gel di 31'ê Adarê de xwedî li sindok û vîna xwe derkeve. 
 
Parlamenterê DEM Partî ya Rihayê Omer Ocalan jî behsa berxwedana Newrozê û tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û daxwaza rakirina tecrîdê kir. 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. Piştî stranên Weysel Cîwan pîrozbahî bi dawî bû. 
 
Çanakkale
 
Li Çanakkalê jî li taxa Esenlerê Newroz hat pîrozkirin û qad bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Gel bi  cilên xwe yên gelekî tevlî pîrozbahiyê bûn û dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî" berzkirin. 
 
Di Newrozê de axaftvanan bal kişand ser girîngiya Newrozê û mezinkirina têkoşînê. 
 
Hunermend Adar Yildiz û Siwaro derket ser dikê. Piştre jî agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. Newroza Çanakkalê bi dirûşma "Newroz pîroz be” û "Bijî Serok Apo” bi dawî bû.