Di Forûma Civakî ya Cîhanê de felsefeya Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin

  • 11:51 21 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Forûma Civakî ya Cîhanê de ku li Nepalê hate lidarxistin, fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişand.
 
Forûma Civakî ya Cîhanî li paytexta Katmandû ya Nepalê 15-19’ê Sibatê de bi beşdariya zêdeyî 1000 rêxistin, sendîka, tevger, zanîngeh û akademiyên alternatîf, navend, kom û kesên ji zêdetirî 98 welatan hate lidarxistin.
 
Roja yekemîn bi gotara vekirinê ji aliyê meclîsa navnteweyî ya forûmê ve destpê kir û piştre meşek hate lidarxistin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser krîza cîhanê û beşdar dirûşmeyên li dijî nîjadperestî, zayendperestî û kapîtalîzmê qîriyan. Her rêxistin, tevger û komekê dirûşm û pankarta xwe û li ser krîza welatê xwe rakirin. Dirûşma hevpar jî ‘Cîhaneke din pêkan e’ bû.
 
Di meşê de jî wêneyên kampanyaya “Azadî ji Ocalan re” hate bilindkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
 
Di 16, 17 û 18’ê Sibatê de rojane 300 panelên cuda li ser mijarên aborî, jîngeh, ewlekariya xurek, mafên kar, pirsgirêkên jinan, pevçûn û tundî, ewlehî, destpêşxeriya herêmî û lêgerîna çareseriya pirsgirêkan û gelek pirsgirêkan hatin lidarxistin.
 
Akademiya Jineolojiyê, Akademiya Modernîteya Demokratîk, Kongreya Star û Navenda Dîplomasiya Sivîl çar panel û ya pêncemîn jî bi dostên gelê Kurd re pêk anîn.
 
Di roja 16 mehê de du panel bi beşdariya Akademiya Jineolojiyê, Akademiya Modernîteya Demokratîk, Tora Cîhanî ya Alternatîf, Kongreya Star, RedWeb û Zanîngeha Cîhanê li ser Demokrasiya Radîkal û Xweseriyê, Pratîka Niha û Perspektîfên Paşerojê hate lidarxistin.
 
Panela ji du beşan li ser aliyên teorîk û pratîk ên demokrasiya radîkal hat lidarxistin. Di panelan de rêgezên konfederalîzma demokratîk, demokrasiya radîkal û rasterast, ekolojî û azadiya jinê hatin nîqaşkirin, Jineolojî weke zanista modernîteya demokratîk û pêwîstiya pêşengiya jinê û rêxistinbûna xweser a di pêşxistina demokrasiya radîkal de hate destnîşankirin. Di vê beşê de behsa ezmûnên Kurdistanê bi taybetî Rojava, Chiapas û tevgerên Adivasî yên li Hindistanê hat kirin. Di rûniştina duyemîn gavên şênber ên çawaniya pêşxistin û xurtkirina demokrasiya radîkal hate nîqaşkirin.
 
Di roja duyemîn de Akademiya Modernîteya Demokratîk panelek bi taybet li ser modernîteya demokratîk û modela konfederalîzma demokratîk pêşkêş kir. Di panelê de demokrasiya radîkal, ekolojî û azadiya jinê hate nîqaşkirin. Nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ne tenê berxwedan, di heman demê de encama şoreşa ku bingeha wê azadiya jinê ye, ji bo gelên bindest û hemû kesên ku dixwazin pergalek demokratîk a alternatîf ava bike, hêviyek nû da ye.
 
Di panelê de beşdaran li ser têgînên netewe, dewlet, demokrasiya radîkal û civak çawa beşdarî avakirinê dibe, gengeşe kirin. Yên ji welatên Asyayê, bi taybetî welatên Başurê Asyayê, têgeha neteweya demokratîk weke alternatîfa feraseta netewe û konfederalîzma demokratîk weke sîstema xwerêveberiya civakê pirsîn.
 
Di roja sêyemîn a Foruma Civakî ya Cîhanê de, Akademiya Jineoloji panelek li dar xist û li ser pirsên “Di sedsala 21’an de çima pêwîstiya me bi şoreşa jinê heye? Çavkaniyên me çi ne û em ê çawa ava bikin?” Di panelê de geşedana teorîk û pratîk a tevgera jinên Kurd ku çavkaniya bingehîn a zanista jineolojiyê ye, hat nîqaşkirin.
 
Hate destnîşankirin ku jineolojî li ser esasê hişmendiya ku pirsgirêka azadiya jinê weke cewhera azadiya civakê pêş dikeve, heta piştî şoreşê nikare were paşxistin.
 
Di heman rojê de Kongreya Star û Navenda Dîplomasiya Sivîl panelek li ser Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinê di pêvajoya ya 11 salên derbasbûyî li dar xist.
 
Di panelê de destketî, êriş û xeterî û nirxên ku di encama êş, fedekarî û têkoşînê de hatine bidestxistin, hatin nîqaşkirin.
 
Di panelê de modela xweseriya demokratîk, jiyana hevbeş a çandî û cihêrengiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li cîhanê bi Rojava tê naskirin û bûye hêvî û îlham ji bo tevgerên civakî yên cîhanê ye û niha li bin êrişên dewleta dagîrker a tirk de ye, bala beşdaran kişand.
 
Her wiha li ser xwe birêxistinkirina civakê bi şêwazên komîn û meclîsên herêmî, avakirina akademiyan û yekîneyên parastina jinan agahî hat dayin.
 
Bi taybet bal li ser Modelên hevserokatiyê, pergala konfederal a jinan û destketiyên li Rojava hat kişandin.
 
Di roja dawî ya Forûma Civakî ya Cîhanê de li qada sereke de 51 stand hatin vekirin û saziyên beşdarî forumê bûn, hatin ziyaretkirin.
 
Yek ji van standan jî ji bo agahdarkirina raya giştî ya li ser êrişên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê û kampanyaya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Hejmarek zêde ji beşdaran serdana standa Kurdistanê kirin û piştgiriya xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan anîn ziman û li ser rewşa Kurdistanê û êrişên dewletên dagirker bi taybet êrişên dewleta tirk ên li ser Rojava, Bakur û Başûr agahî wergirtin.
 
Roja piştî forumê, di 20’ê sibatê de, civîneke nirxandinê hat lidarxistin û li ser gavên paşerojê yên Foruma Civakî ya Cîhanê hatin nîqaşkirin û plansaziyên pêşerojê hatin danîn.