UNICEF: Li Xezayê ji her 6 pitikan 1 jê bi kêmxwarina giran re rû bi rû ye

  • 13:29 20 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê ragihand ku li bakurê Xezayê ji her 6 pitikan 1 jê bi kêmxwarina giran re rû bi rû ye.
 
UNICEF encamên rapora xwe ya bi navê Hesasiyeta Xwarinê û Analîza Rewşa Xezayê eşkere kir. Di rapora ku daneyên meha Çileyê hatin komkirin de bal hat kişandin ku bi taybetî li bakurê Zîvala Xezayê rewş pir giran e.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku ji bo bakurê Xezayê ku êrîşên Îsraîlê lê didomin bi hefteyan tu alîkarî nayên şandin û hat destnîşankirin ku di lêkolînên ku li stargeh û navendên tenduristiyê hatin kirin de hat dîtin ku ji her 6 zarokan 1 ku di bin 2 salî de  ne bi kêmxwarina giran re têdikoşe. Di raporê de hat destnîşankirin ku ev rewş ji sedî 15,6’ê zarokên li bakur pêk tê û hat destnîşankirin ku ji sedî 3 vê rêjeyê di asteke ku xetera jiyanê de ye û bi kêmbûna giran re rû bi rû ne.
 
'Rewş xirabtir dibe'
 
Di raporê de hişyarî hat dayîn ku ger bi lezgînî zarok neyên dermankirin dê bi aloziyên tibî û metirsiya mirinê re rû bi rû bimînin û hat destnîşankirin ku rewş gav bi gav xerabtir dibe. Di raporê de hat diyarkirin ku li Refaha bajarê Xezayê jî raporek bi heman rengî hat madekirin û wiha hat gotin: "Li Refahê ji sedî 5’ê zarokên ji 2 salî biçûktir bi kêmxwarina giran re têdikoşin.” Di raporê de girîngiya gihandina alîkariyên mirovî hate vegotin û hate diyarkirin ku divê pêşî li êrîşên nû yên li dijî Refahê bê girtin.
 
Nexweşî belav dibin
 
Her wiha di raporê de agahiya li Xezayê "zarokên birçî, tî û qels" nexweş ketine hat dayîn. Di berdevamiya raporê de amaje bi vê yekê hat kirin ku "Ji sedî 90 zarokên di bin 5 salî de li Xezayê herî kêm bi yek nexweşiyên infeksiyonê ketine." Di raporê de hat diyarkirin ku li gor sala 2022’an nexweşiya îsalê 23 qat zêde bûne. Herî dawî hat gotin ku UNICEF, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê banga alîkariyên mirovahî yên bê asteng û domdar ji bo Xezayê kirine.