Hemleya komkirina îmzeyan li Şehdadê didome

  • 21:16 19 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hemleya îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê dewam dike.
 
Hemleya îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê dewam dike. Di roja duyemîn a hemleyê de komîteyên erkdar, îmzeyan li navçeyê kom dikin.
 
Şêniyê bi navê Basim El Ezîz ê ji navçeyê ku îmzeya xwe daye, got: "Em ê dest bi dest û bi tevahî rêbazan hewl bidin tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û wî azad bikin."
 
Di heman çarçoveyê şêniyê bi navê Omer El Îbrahîm jî wiha got: "Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bila her kes îmzeya xwe bide."