'Heta ziman tune be wê Kurd û Kurdistan jî tune be'

  • 20:06 19 Sibat 2024
  • Rojane
WAN  - Li Wanê 24 saziyan têkildarî "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" meş li dar xistin. Girseyê dirûşma "Zimanê me rûmeta me ye" berz kir. Di meşê de daxuyanî hat dayin û di daxuyaniyê de bal kişandin ser asîmîlasyona li ser ziman. 
 
Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Wanê 24 saziyan  têkildarî "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" li ber Navenda Kargeha Aydin Perihan daxuyaniya çapemeniyê dan û meş li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankart û dowizên “Bila zimane Kûrdi bibe zimane fermi û perwerdehiyê”, “Kurd, Kurdî, Kurdistan” hatin vekirin û girseyê her tim dirûşma 
 
"Zimanê me rûmeta me ye" berz kir. 
 
Di daxuyaniyê de Hevberdevkê Komîsyona Çand û Zimên a DEM Partiyê Heval Dilbihar da zanîn niha gelek ziman bi polîtîkayên asîmîlasyonê rû bi rû ne û got yek ji van ziman zimanê Kurdî ye. 
 
Heval da zanîn azadiya zimanê Kurdî di heman demê de azadiya Kurd û Kurdistanê ye û got zimanê Kurdî rih, aqil û bedena gelê kurd e. Her wiha Heval bi lêv kir ku zimanê Kurdî yekîtî marîpişta kurdan e û got heta ziman tune be wê Kurd û Kurdistan jî tune be.
 
Daxwaz:
 
Heval da zanîn heta Kurdî nebe zimanê fermî wê têkoşîn bidome û daxwazên ji bo zimanê Kurdî wiha rêz kir:
 
“*Em zimanê Kurdî di her qadê de dixwazin û em ji bo vê têdikoşin. Û ev ê têkoşîn ji niha şûnde de jî dewam bike. 
 
*Elbet daxwazên me yên di warê Kurdî de û hedefên me pir zelal in. 
 
*Divê statuyeke zimanê Kurdî ya fermî û navneteweyî hebe. Divê ev li her dewletê kurd lê dijîn û di qada navneteweyî de wiha be. 
 
*Divê zimanê Kurdî di zagonên navneteweyî û zagonî de wekî fermî bê qebûlkirin. 
 
*Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. 
 
*Divê li derên wekî meclis, walîtî, şaredarî, dadgeh û nexweşxaneyan Kurdî bê bikaranîn. 
 
*Divê Enstîtuya Zimanê Kurdî ji aliyê nûnerên gelê kurd ve bi awayekî fermî bê avakirin û xebitandin. 
 
*Ger derfet ji bo zimanê Tirkî hebe divê ji bo zimanê Kurdî jî hebe. 
 
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşman ber bi avahiya ARSÎSA'yê meşiya û çalakî bi dawî bû.