Enstîtuya Kurdî semînera zimanê dayikê li dar xist

  • 16:23 19 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Enstîtuya Kurdî Amed bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê semîner li dar xist. Di semînerê de hat gotin divê Kurdî bijî û têkoşîna zimanê dayikê bê mezinkirin. 
 
Enstîtuya Kurdî Amed bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Şaxa Yekemîn a Egitim Sen a Amedê semîner li dar xist. Rojnameger Gulçîn Şanli moderatortiya semînerê kir. Nivîskar û wergêr Saime Xakpûr, zimanzan û lêkolîner Mehemed Malmîsanij her wiha weşanger Deniz Gunduz wekî axaftvan tevli semînerê bûn. Semîner bi Kirmanckî û Kurmancî hat lidarxistin.  Mehemed Malmîsanij qala "Etîmolojiya Kurmancî" Saime Xakpûr qala mijara "Li Bakur û Rojhilat zimanê kurdî û wêjeya zimanê kurdî" û Deniz Gunduz jî behsa "Di ziman de standardizasyon" kir. 
 
Di semînerê de hat gotin divê Kurdî bijî û têkoşîna zimanê dayikê bê mezinkirin. 
 
Mehemed, bal kişand ser girîngiya zaravayê kirmanckî û got bi talûkeya tunebûnê rû bi rû ye. 
 
Saime Xakpûr jî da zanîn li Rojhilatê Kurdistanê kurdî bi taybet di 5 salên dawî de di bin zextê de ye û got tevî vêya jî kurd dev ji têkoşîna ji bo zimanê xwe bernadin. 
 
Deniz Gunduz jî di warê standardizekirinê de metotên di kurdî de dikevin meriyetê, kir. Deniz pêşniyarên xwedîderketina li zimanê kurdî parve kir. 
 
Semîner bi pirsên beşdaran dewam kir.