Xwendevanên Qeladizê xwepêşandan li dar xistin

  • 13:43 19 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê Qeladizê xwendevanên refa 12 xwepêşandan lidarxistin û bang li Wezareta Perwerdeyê ya Herêmê kir ku bernameya waneyan kêm bikin û dema waneyan dirêj bikin. Her wiha banga pêkanîna daxwazên mamostayan kir û gotin: “Em bang li hemû heval û hevrêyên xwe yên li hemû bajar û bajarokan dikin ku van daxwazan bikin şertê sereke û li kêleka me xwepêşandanan bikin.”
 
Li bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn, xwendevanên refa 12 li ber Rêveberiya Perwerdeyê ya Pişder bi daxuyaniyekê hinek daxwaz pêşkêşî Wezareta Perwerdeyê ya demborî ya Herêma Kurdistanê kirin.
 
Daxuyanî ji aliyê xwendevanê bi navê Mihemed Elî ve hate dayîn û wiha hate ragihandin: “Ji ber boykota mamostayan a perwerdeyê, em bacek mezin û giran didin. Ji ber ku muhleta yasayî derbas bûye û me beşeke mezin ji xwendina xwe ji dest daye, em nikarin di demeke kin de temamê mufredatê bixwînin û temam bikin. Em daxwaz dikin ku bernameya xwendinê were kêmkirin û dema waneyan were dirêjkirin. Her wiha daxwaz dikin ku daxwazên mamostayan ku daxwaza mafên xwe yên rewa dikin werin bicihanîn. Da ku temambûna proseya xwendinê garantî bibe. Em bang li hemû heval û hevrêyên xwe yên li hemû bajar û bajarokan dikin ku van daxwazan bikin şertê sereke û li kêleka me xwepêşandanan bikin.”
 
Hêjayî gotinêye ku boykot û xwepêşandanên mamostayên nerazî yên li sînorê Germiyan, Helebce, Raperîn, Koye, Silêmaniyê 5 meh in berdewam e. Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê jî li şûna daxwazên mamostayan pêk bîne û pirsgirêkan çareser bike, bi gef û zexta hewla şkandina boykotê dide. Mamosta jî bi israr in ku heta daxwazên wan neyên pêkanîn dev ji rêya xwe bernadin.