'Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di berxwedanê de bi israr in'

  • 10:52 16 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid, diyar kir ku bi taybetî êrişê stasyonên elekrîk, av û petrolê dikin û ev tişt bandorê li jiyanê dike û got: "Em ê bi jin û gelên azad re berxwedana xwe mezin bikin."
 
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bal kişand ser texrîbata ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê de, çêbûye û bi van gotinan nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da: “Bi taybetî stasyonên elektrîk, av û petrolê rawestiyane. Dewleta Tirk a dagirker êrîşî firin, depoyên genim û ceh dike. Deverên xizmetê yên ku pêdiviyên tîmarê yên gel dabîn dikin, tên hedefgirtin. Eger em zirarên madî li berçav bigirin, wê gelek sazî neçar bimînin ku xizmetê rawestînin.”
 
Ji ber êrişên dewleta Tirk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî pirsgirêka elektrîk û avê têdikoşin. Li gorî agahiyên berpirsyarên av û elektrîkê yên Kantona Cizîr û Firatê wergirtî, ji meha Kanûnê û vir ve stasyona Petrolê Ewda ya li bakurê Tirbêspiyê zirarek mezin dîtiye û di encama vê yekê de 5 bîrên avê ji xizmetê derketin. Ev 5 bîrên avê pêdiviyên elektrîk û avê yên navenda bajarê Tirbêspiyê dabîn dikin, pêdiviya elektrîkê ya bajarokê Hîlwa û Maşûkê jî dabîn dikir. Di encama êrişan de mirovên ku li 20 gundên girêdayî bajarokê Maşûk û 12 gundên girêdayî bajarokê Hîlwayê dijîn, ji av û elektrîkê bêpar hatin hiştin. Encex rojê 3-4 saet elektrîk tê dayîna bajêr.
 
Di encama hedefgirtina stasyona elektrîkê Swêdîk de 18 gundên li Herêma Koçerat a girêdayî Dêrikê bê av û bê elektrîk man. 20 gundên girêdayî bajarokê Abre ya Çilaxayê û 24 gundên girêdayî bajarokê Mistefawî ya Til Koçerê jî bê av û bê elektrîk man.
 
Ji ber ku santrala elektrîkê ya li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê du caran ser hev hate bombebarankirin, bajarê Kobanê û 300 gund bê elektrîk man. Di santralê de 800 hezar dolar zirara madî çêbû û zêdeyî 10 bîrên avê jî ji xizmetê derketin.
 
89 hezar malbatên li Kantona Firatê dijîn, bi pirsgirêka avê û elektrîkê re rû bi rû ne û 660 gund û gundik bê av û bê elektrîk in. Ji ber dewamkirina êrişên li ser herêmê, texrîbata ku li binesaziya herêmê çêbûyî her deqeyê tê guhertin.
 
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid têkildarî texrîbata ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de çêbûye, ji ANF’ê re axivî.
 
Bêrîvan,  ragihand ku li binesaziya herêmê texrîbatên cidî hene û wiha got: “Armanca destpêkê ya Rêveberiya Xweser ew e ku xizmetê ji gel re bike, şert û mercê jiyaneke baş ji gel re ava bike. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk li binesaziya herêmê texrîbatên cidî çêbûn. Di aliyê madî de zirareke mezin çêbû û gelek sazî û avahiyên me yên di bin xizmeta gel de, neçar man ku xizmeta xwe rawestînin. Bi taybetî stasyonên elekrîk, av û petrolê rawestiyan. Sazî û avahiyên din jî dibe neçar bimînin ku xizmetên xwe rawestînin. Êrişî firin, depoyên genim û ceh tê kirin. Deverên xizmetê yên ku pêdiviyên tîmarê yên gel dabîn dikin, tên hedefgirtin. Eger em zirarên madî li berçav bigirin, wê gelek sazî û avahî ji xizmetê derbikevin."
 
'4 caran êrişê li herêmê kirin'
 
Bêrîvan  destnîşan kir ku dewleta Tirk ji meha Îlona 2023’yan û vir ve cara 4’emîn êrişan li ser herêmê pêk tîne û wiha pêde çû: “Ev bi salane em bi êrişan re rû bi rû ne. Her wiha ambargoyeke dijwar li ser herêmê tê pêkanîn. Ev bi salane li ser esasê berjewendiyên siyasî polîtîkaya şer li hemberî herêma me tê pêkanîn. Dixwazin projeya Rêveberiya Xweser îmha bikin. Weke Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me diyar kiribû ku ji roja destpêkê heta îro em ê li ser esasê derfetên xwe pêdiviyên gelê xwe pêşwazî bikin. Derfetên di destê Rêveberiya Xweser de gelek sînordar in, lê tevî vê yekê jî em car din ji bo başkirina şert û mercên jiyana gelê xwe seferber bûn. Lê di bin êrîşên dijwar de başkirina binesaziyê, ne hêsan e. Tedbîrên me hene, lê êriş bênavber dewam dikin. Di van şert û mercan de têkildarî pêvajoya başkirinê wê hin pirsgirêk çêbibin, hîna birînên êrişên berê nehatî pêçan êrişeke nû hate destpêkirin. Dabînkirina pêdiviyan wê zehmet bibe. Berê jî derfetên me sînodar bûn. Bi êrîşan re derfetên me hîn kêmtir dibin û mixabin şert û mercên jiyanê yên gel jî wê zehmet bibin. Ev zehmetî jî wê zêde bibin, lê hingî ku em bikarin em ê xizmetê ji gelê xwe re bidomînin.”
 
'Helwesta gel diyar e'
 
Bêrîvan,  bal kişand ser helwesta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrişan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelên herêmê ji Şoreşa Rojava û vir ve li dijî êrişan helwesteke pir xurt raber kirin, timî li qadan bûn û di berxwedanê de bi israr bûn. Li hemberî êrişên ku van rojan jî tên kirin, dîsa helwesta gel zelal e. Israra xwe ya di berxwedanê de car din nîşa kirin. Bi hestê welatparêziyê tevdigerin. Rêveberiya Xweser jî hêz û moralê xwe ji gel digire. Gel li dora Rêveberiya Xweser kom bûn, Rêveberiya Xweser jî ji bo parastina destkeftiyan seferber bû. Dîsa yên ku pêşengî ji berxwedanê re kirin, jin bûn. Jin her roj li qadan bûn û bersiva pêwîst da dewleta Tirk. Gelê me divê berxwedana xwe hîn xurttir bike. Em dizanin ku wê êriş bê navber dewam bikin û gelê me jî li ser vî esasî ji bo parastina destkeftiyên xwe divê berxwedana xwe bilind bike û paradîgmaya Netewa Demokratîk biparêze. Em ê bi jin û gelên azad re Şoreşa Rojava bi ser bixînin.”