Li du navçeyên Wanê dengdayîn bi dawî bû

  • 18:26 15 Çile 2024
  • Rojane
WAN - Li du navçeyên Wanê ku pêşhilbijartin ji tûra duyem re ma, bi dengdanê namzetê herî zêde deng girtin hatin diyarkirin. Di heman demê de roja çarşemê wê li Qelqeliyê tûra duyem pêk bê.
   
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 13 û 14’ê Çileyê de li gelek bajarên Serhedê pêşhilbijartinên ku hatin lidarxistin de ji tûra duyem re man. Duh li gelek bajar û navçeyan delege ji bo tûra duyem çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. Li navçeyên Payîzava, Qelqelî û Bêgirî yên Wanê jî duh tûra yekem a pêşhilbijartinê hat kirin û ji ber bendava 50+1 derbas nekirin, hilbijartin ji tûra duyem re ma.
 
Payîzava
 
Li navçeya Payîzava di hilbijartina ku pêk hat de Mehmet Tahîr Ertaş 107 deng û Fesîh Sonmez jî 57 deng girt. Tûra duyem a hilbijartinê ku pêk hat de dengê herî zêde Mehmet Tahîr Ertaş girt. Her wiha  namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.  
 
Li navçeya Bêgiriyê jî di tûra duyem de Bariş Yilmaz dengê herî zêde girtin û. Namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê hilbijartin.
 
Qelqelî
 
Li navçeya Qelqelî jî di tûra yekem de Ecevît Ceylanci 86 deng, Yakûp Hakanoz jî 67 deng girtin. Hilbijartin ji tûra duyem re ma, wê roja çarşemê tûra duyem pêk bê. Her wiha namzeta jin wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.