Nobeta Edaletê ya Mêrdînê didome

  • 16:53 15 Çile 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê Nobeta Edaletê dewm kir. Gelek kes hatin çalakiya ku li avahiya DBP'ê didome. Îro Nûnertiya Hewldana 78'an a Qoserê çû serdana çalakiyê. 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ya ji bo piştevaniya li girtîgehan hat despêkirin li avahiya DBP'ê bi tevlibûna gelek kesan didome. Li ser navê kedkaran Şeyhmus Akbaba diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav bûye û got ew ê li dijî vê tecrîdê derkevin piştgiriya ji bo girtîgehan bidomîne. 
 
Nûnertiya Hewldana 78'an a Qoserê jî Arif Turgay da zanîn Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê şanseke mezin e û got divê aştî pêk bê. 
 
Fettah Tekin ê di çalakiya Nobeta Edaletê de cihê xwe digire jî wiha got:"Divê Ocalan azad bibe hemû girtî bên berdan."
 
Mizgin Deniz a xizma girtiyan a hat serdana nobetê jî got divê herkes bibin dengê girtîgehan. 
 
Mizginê da zanîn keça wê Elif Deniz a 7 sal in di Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê de ye bi nexweşiyên astimê ye û panîk atak e. Lê belê dîsa jî wê dixin hucreya yekkesî. Mizginê got ew dixwaze keça wê ji hucreya yekkesî bê derxistin.