Di Nobeda Edaletê de peyama 'berxwedanê'

  • 16:33 15 Çile 2024
  • Rojane
WAN - Nobeda Edaletê ya li Wanê dest pê kir di roja 42'yan de berdewam dike, di çalakiyê de peyama "berxwedanê hembêz bikin" hat dayîn.
 
Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) û malbatên girtiyan re di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Wanê hatiye destpêkirin, di roja 42'yan de dewam dike. Çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dewam dike, ji aliyê Rêxistina Navçeya Erdîşê , Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (Arsîsa) ve hat ziyaretkirin.
 
'Banga me ji hemû gelê Kurd re ye'
 
Rêveberê navçeya Erdîşê ya  DEM Partiyê Mehmet Nûrî Çîçek di çalakiya nobedê de axivî û got, “Dayikên ku 42 roj in nobeda edaletê digirin edaletê dixwazin. Mafê her girtiyek li cîhanê heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Li cihê ku em lê ne edalet tune ye. Banga me ji hemû gelê Kurd re ye; Divê vê berxwedanê hembêz bikin."
 
Çalakiyê bi dirûşma, "Bijî Serok Apo" û bi stranan dewam kir