Şêniyên herêmê ji bo şermezarkirina êrişan daketin qadan

  • 14:58 15 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan.
 
Li bajar û navçeyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişan, çalakiyên cuda li dar ketin. 
 
Bi hezaran şêniyên herêmê, nûnerên partiyan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên sivîl û rêxistinên mirovî û hiqûqî tev li wan çalakiyan bûn.
 
Xwepêşandêran dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Em ji vir dernakevin" berz kirin.
 
Li kantona Minbicê şêniyên bajêr û gundên derdorê ji Çerxerêya El Delo dest bi çalakiya xwe kir. Çaverê ye ku çalakî li Çerxerêya El Delê raweste.
 
Li kantona Firatê jî şêniyên bajêr û gundên derdorê ji Qada Jina Azad a Kobanê dest bi çalakiya xwe kir û çaverê ye ku çalakî li Qada Şehîd Egîd raweste.
 
Li kantona Cizîrê jî, şêniyên Qamişloyê ji Çerxerêya Sonî, şêniyên Amûdê ji Qada Jina Azad, şêniyên navçeya Tirbespiyê jî ji pêşiya avahiya Meclisa Gel, li navçeya Çilaxa şêniyan ji Çerxerêya El Delê, li navçeya Girkê Legê şêniyan ji Çerxerêya Şehîd Xebat û li Dirbêsiyê jî şênî ji pêşiya Mizgefta Hecî Sultan dest bi çalakiya xwe kir.
 
Hemwextî xwepêşandanan, li kantonên Reqa, Dêrazor û Reqayê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û saziyên civaka sivîl daxuyaniyan didin.