Li ber Girtîgeha Sîncanê ji bo Gultan Kişanak bang

  • 14:57 15 Çile 2024
  • Rojane
ENQERE -Jinên ku piştî bêhnvedana ji doza Kobanê daxuyanî dan diyar kirin ku têkoşîna Gultan Kişanak têkoşîna wan bi xwe ye. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllarî got, "Erê, em ê jin bi hilweşandina desthilatdariya faşîst kariyera xwe ya herî mezin bikin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, parlementer, Dayikên Aştiyê, parêzer, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya ku Doza Kobanê lê tê dîtin û Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin  ya Amedê GultanKişanak  lê îro parastina xwe kir, daxuyanî da çapemeniyê.
 
'Têkoşîna jinan têkoşîna me ye'
 
Femînîst Gulyeter Aktepe ku ewil li wir axivî, diyar kir ku ew weke femînîst û jinên ji çar aliyê Tirkiyeyê hatine vir bi Gultan re ne. Gulyeter destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya demokrasiyê û diyar kir ku weke femînîst ji bo wan girîng e ku Gultan ji ber tevlîbûna çalakiyên 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê tê darizandin. Gulyeter got, “Darizandina jinên ku ji ber li dijî mêran têkoşiyane ji bo me girîng e û têkoşîna me y. Em li vir in ji ber ku em lingekî têkoşînê li vir dibînin û dizanin ku yek ji van lingan jî salona dadgehê ye. Em ê weke jin û femînîst vê salona dadgehê tijî bikin. Dadgeriya mêr kujerên jinan ceza nake, jinên weke Gultan ên di vî warî de têkoşîna xwe didomînin jî dadrizîne."
 
'Gultan Kişanak yek ji kesên girîng ên tevgera Kurd e'
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari avivî û wiha got: “Dema hevalên me parastinê dikin, daraza ku bûye piyê dîktatoriya faşîst jî teşîr dikin. Me her tim diyar kir ku doza Kobanê ne dozeke hiqûqî ye. Îro Gultan Kişanak dest bi parastina xwe ya aslî nekir, Îro Gultana Kişanak careke din diyar kir ku dadgehek û komîteyek bi qasî dadgehên lêpirsînê yên serdema navîn li vêderê heye. Em bi heyeta dadgehê re rû bi rû ne ku rasterast ji qesrê tê xwedîkirin û haya me jê nîne ku bingeha pirsên ku dike di dosyayê de nîne. Gultan Kişanak ji ber kiryarên xwe yên 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê bi jinan re 37 caran tê darizandin. Ev yek li tu derê cîhanê nehatiye dîtin. Li welatên ku ji aliyê padîşahan ve tên birêvebirin jî, bêhiqûqiyên bi vî rengî kêm kêm tên dîtin, lê di sedsala 21'an de li Tirkiyeyê pergala dadweriyê ya ku bi navê dewleta hiqûqê ye, me dike lêpirsînê. Gultan Kişanak jineke kurd e û yek ji kesên girîng a tevgera kurd e. Gultan Kişanak jina ku di çarçoveya têkoşîna gelê Kurd de rê nade zîhniyeta serdest a mêr û tevlîbûna wekhev û azad a jinan di nava siyasetê de dike. Weke ku Gultan Kişanak jî gotiye, 'Em jin bi hilweşandina desthilatdariya we em ê karê xwe yê herî mezin bikin'. Belê, em jin dê bi hilweşandina desthilatdariya we ya faşîst kariyera xwe ya herî mezin bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.